Çalakiyên Jinan ên 25'ê Mijdarê: Em ê ji bo mafê xwe têbikoşin 2018-11-23 16:07:16   NAVENDA NÛÇEYAN – Jin bi armanca 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Dijberi Jinê li gelek navendan kom bûn û gotin: "Em ê ji bo hemû mafê xwe yê hatiye desteserkirin bê westan û rawestan dê têbikoşin."    Jin li gelek navendan bi minasebeta a 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Dijberi Jinê, kom bûn daxuyanî dan û çalakî pêk anîn.    WAN    Platforma Jinan a Ahtamara ya Wanê bi heman armancê li Postexaneya Navendî ya Wanê ji jinên girtî re name şandin. Li ser navê Platforma Jinan Rojbin Sevil Çetin, bal kişand ser 25'ê Mijdarê û diyar kir ku ew dê ji hemû  jinên parastina aştî û demokrasiyê dikin û hatine girtin re name û kartan bişînin. Çetîn, destnîşan kir ku ew dê ji Parlamentera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li Girtîgeha tîpa E ya Amedê girtî û li dijî tercidê di grevê de ye jî kart bişinin û wiha got: “Leyla Guven 16 rojin ji bo aştî û demokrasiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ji ber vê çalakiya wê em wê silav dikin. Em piştevaniya xwe jêre dişînin." Jinan piştî li PTT Kart şandin çûn gorên jiên ku di dîrokên cuda de hatine kuştin ziyaret kirin.    MÊRSÎN    Meclisa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Yenişehirê çalakiyek pêk anî. Gelek jin di şahiyê dekom bûn û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zelal Onen, diyar kir ku pêşengên têkoşîna li dijî pergala kapitalist jin in û dê têkoşîna xwe bilintir bikin.    Endama Meclîsa HDP'ê Guvercin Aras jî diyar kir ku AKP'ê piştî qeyûm tayînî şaredariyan kir mafê jinê bêtir hat binpêkirin û xwest hemû jin li dijî van desteserkirina mafê xwe bêtir têbikoşin. Jin di şahiyê de li ber stranên dengbêj Kamile û hunermend Cejna Saruhan û erbaneyan govend gerandin.    RIHA    Platforma Jinan a Rihayê jî bi heman armancê li postexaneyê ji jinên girtî re kart şandin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî beşdar bû. Beriya jin kartan li postexaneyê bişînin polîsan postexane dorpêç kir. Polîsan nasnameyê jinan di GBT'ê re derbas kir û piştre derbasî hundir kirin. Surucu, helwesta polîsan şermezar kir. Jinan piştî kart şandin bi şûnde vegeriyan. Li navçeya Sîweregê jî jinên li avahiya HDP'ê kom bûn çûn li Postexaneyê ji jinên girtî re kart şandin.