Ji niha ve jin barê zivistanê hildigirin 2017-10-29 09:46:54 WAN - Li Taxa Xumar a navçeya Şaxê jinên ku ji niha ve amadekariyên zivistanê dikin, li Çiyayê Sukut û Newala Şaxê bi dasê darên hişk jêdikin û kom dikin.  Li Taxa Xumar a navçeya Şax a Wanê, darên ku dê ji bo zivîstanê bên şewitandin ji niha ve hatin komkirin. Jinên ku serê sibê radibin û dest bi kar dikin, diçin Çiyayê Sukut û Newala Şaxê yên 4 kîlometre dûrî navçeyê ne û bi dasan darên hişk jê dikin. Jin darên jê dikin li ser hev kom dikin, li ser pişta kerê girê didin û berê xwe didin malê. Hin jin jî daran didin pişta xwe. Jinên ku hêdî hêdî bêhna xwe vedidin û çiya derbas dikin, gelek caran di 2 saetan de digihin malê.     DARÊN HIŞK DIBIRIN   Gulîstan Akdag a 65 salî ligel barê xwe yê giran, hevsarê kera barkirî jî kiriye destê xwe û dimeşe. Akdag da zanîn ku komkirina daran zor e, lê ew hez ji vî karî dike û wiha axivî: “Ji bo em darên hişk bibînin bi saetan em digerin. Heya befir bibare, em ê karê komkirina daran bidomînin.”     HER SAL JIN VÎ KARÎ DIKIN    Sabîha Yabî ya 58 salî ku xwe ji Çiyayê Sukut berdide xwarê jî, diyar kir ku her jin vî karî dikin.    MA / Mujdat Can