Qeyûman navê jinê jê bir! 2017-09-24 09:18:21 AMED –Qeyûmên tayînî şaredariyên DBP`î hatin kirin, yeko yeko xebatên jinan rawestandin. Ev navendên ku ji aliyê baskên jin û ciwanan ê AKP`ê ve tê bikaranîn ya wek navendên marbirînê an jî wek kursên Qur`anê hatine veguhrandin.  92 qeyûm tayînî şaredariyên DBP`î hatin kirin. Karê qeyûman ê ewil ew bû ku navendên jinan ên girêdayî şaredariyan bigire. Li gor daneyên DBP'ê ji sala 2014`an heta pêvajoya ku qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin destketinên jinan û yên hedef hatine girtin ev in:    Şaredariyên DBP’î, piştî hilbijartinên herêmî yên 2014`an di warê xebatên jinan de hin biryar stendin û bi vî wî awayî di warê rêveberiyên herêmî de li cîhanê bûn model. Di bin banê şaredariyê de “meclîsên jinan ên şaredariyê”, ji bo xebatên meclîsê bi awayekî pratîk bi rê ve biçin “desteyên jinan” û “koordînasyonên jinan“ hatin hilbijartin. Her wiha ji jin û mêrên hilbijêr “komîsyonên wekheviyê yên jin û mêran” hatin avakirin. Di bin bane şaredariyê de “serokatiyên daîreyan ên polîtîkayên jinan”, “gerînendetiyên polîtîkayên jinan” û di bin banê van gerînendetiyan yekeyên “hêzdarkirina aboriya jinan”, “pêşvexistina perwerdehiya jinan” û “yekeyên têkoşîna li hemberî şidetê” hatin avakirin. Di bin banê şaredariyên bajarê mezin ên Amed û Wanê û şaredariyên Rezan û Akdenîzê de malên hêwirandinê hatin vekirin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Îstasyona Gava Ewil” û “Xeta Alo Şidetê” hatin vekirin. Her wiha di bin banê 43 şaredariyan de “navendên jinan” hatin vekirin.    Li gerînendetiyên polîtîkayên jina  û navendên jinan li gor daxwazên jinan hin kurs hatin vekirin. Ji van kursan hin jê ev in; dirûtina merş û xaliyan, perwerdehiya zarokan, kuafortî, kompîtur, hewldanî, ajokarî, hesabgêrî, erbane, kişik, dramaya afirîner û hwd.   Li gel van  kursan li gelek taxan û navendên jinan di warê zayenda civakiyî, tenduristiya jinê, pençeşêra rehîmê, pençeşêra pêsîran, rêbazên kontrola ducaniyê, menepoz, zewaca di temenên biçûk û bi darê zorê û hwd. de perwerdehî dihatin dayîn.   ABORIYA JINÊ HAT ZEXIMKIRIN    Di çarçoveya pêşvexistin û zeximkirina aboriya jinê de atolyeyên hilberandinê hatin vekirin. Li van atolyeyan sabûn, çandina bax û baxçeyan, çêkirina ava bacana, rîçal û hwd. hatin hilberandin. Her wiha jin firinên nan bi rê ve dibirin, bi bazarên semtan jin aboriya xwe xurt dikirin. Li ser daxwazan qadên şûştina xaliyan, kreş û malên tendûran hatin vekirin.    Her wiha kursên basketbol, voleybol, avjeniyê, kompleksên sporê yên jinan hatin vekirin.   30 HEVŞAREDAR GIRTÎ NE    Piştî qeyûm hatin tayînkirin hevşaredar jî hatin girtin û binçavkarin. Heta niha 70 hevşaredarên DBP’î girtî ne û ji vana 30 jê hevşaredarên jin in.    XEBATÊN LI DIJÎ ŞIDETÊ HATIN RAWESTANDIN    Piştî qeyûm hatin tayînkirin navendên jinan û malên hêwirandinê hatin girtin. Xebatkarên gerînendetiyên polîtîkayên jinan hatin girtin. Di vê çarçoveyê de li navçe û bajaran ku 43 navendên jinan hebûn, bi girtina wan re hemû xebatên li dijî şidetê hatin rawestandin.    GERÎNENDETIYÊN JINAN HATIN FESIXKIRIN    Jinên ku di bin banê şaredariyê de xebat bi rê ve dibirin ji kar hatin derxistin. Gerînendetiyên polîtîkayên jinan û navendên jinan hatin fesixkirin û bi gerînendetiya karên civakiyê ve hatin girêdan. Bi vî awayî hema bêje li hemû şaredariyan xebatên jinan hatin rawestandin. Kreşên bi zimanê dayikê perwerdehî didan hatin girtin û xizmeta bi zimanê dayikê hat astengkirin. Kreş tahsîs miftîtiyên bajar û navçeyan hatin kirin û paşê ew veguherandin kursên Qur`anê.    NAVEND TAHSÎSÎ JINÊN AKP`Î HATIN KIRIN    Her wiha niha navendên jinan ji aliyê baskên jin û ciwanan ên AKP`ê ve tên bikaranîn. Naveroka navendên jinan hat guherandin û wan veguherandin daîreyên marbirîn û kursên Qur`anê.    MALPER HATIN JÊBIRIN    Piştî qeyûm hatin tayînkirin, malperên şaredariyên DBP`î hatin jêbirin, wêneyên hevşaredarên DBP`î û hwd. hatin rakirin.    52 SAZIYÊN JINAN HATIN GIRTIN    Fealiyetên 52 saziyên  jinan ên hatin girtin hatin rawestandin. Li gor daneyên DBP`ê saziyên ku di bin banê şaredariyan de dixebitîn û hatin girtin hin jê ev in:    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Navenda Lêkolînkirin û Sepandina Pirsgirêkên Jinan (DİKASUM)   Peyas: Ekin Ceren   Sûr:Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Amîdayê     Yenişehir: Navenda Jinê ya Rozayê    Bismil: Navenda Jinê ya  Nûjînê   Licê: Navenda Jinê ya Nûjiyanê   Farqîn: Navenda Jinê ya Meyayê   Hênê: Navenda Jinê    Pasûr: Navenda Jinê ya Zozan Erenê   Şirnex: Navenda Jinê ya Zahideyê   Silopiya: Navenda Jinê ya Viyanê   Cizîr: Navenda Jinê ya Sitiya Zînê   Êlih: Navenda Jinê ya Selisê   Bedlîs: Navenda Jinê ya Dilanê   Mêrdîn: Navenda Jinê ya Arînê   Qoser: Navenda Jinê ya Nûdayê   Nisêbîn: Navenda Jinê ya Gulşîlavê   Dêrik: Navenda Jinê ya Peljinê   Kerboran: Navenda Jinê ya Çiçekê   Şemrex: Navenda Jinê ya Rewşenê   Xelfetî: Navenda Jinê ya Sarayê   Wêranşar: Navenda Jinê ya Berjin Amarayê   Wan: Navenda Jinê ya Rojinê   Riya Armûşê: Navenda Jinê ya Mayayê   Erdîş: Mala Piştevaniyê ya Jinê   Artemêtan: Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan    Miks: Navenda Jinê ya Miksê    Colemêrg: Navenda Jinê ya Binevşê   Çelê: Navenda Jinê ya Bervarê   Şemzînsn: Navenda Jinê ya Nûjinê   Gimgim: Navenda Jinê ya Savuşkayê   Dersim: Navenda Jinê ya Yaşamê   Bazîd: Navenda Jinê ya Sema Yuceyê   Sêrt: Navenda Jinê ya Berfînê   Akdenîz: Navenda Jinê ya Îştarê   MA / Semra Turan