DAKP hevdîtina ‘Jin bi hevre bi hêzên” li dar xist 2018-12-23 13:16:44   AMED - DAKP’ê bi sernavê “Jin bi hevre bi hêzên” berî Hevdîtina Jinên Tirkiyeyê hatin gelhev û li ser dê çawan têbikoşin nîqaş kirin.   Platforma Jinên Dîcle Amed (DAKP) bi sernavê “Jin bi hevre bi hêzên” berî Hevdîtina Jinên Tirkiyeyê ya di 5 û 6’ê Çile de li Stenbolê bê lidarxistin, li Şaxa Hejmara 2’yan a Egîtim Sena Amedê hatin gelhev.    Hevberdevka DAKP’ê Bahar Karakaş Ulug, Aktivîsta Tevgera Jinên azad (TJA) Ayşe Gokkan û jinên hatibûn ixraçkirin beşdarî hevdîtinê bûn. Jinan di hevdîtinê de, li ser mijarên di rojevê yên weke  rêxistinbûyîna  jinan, qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, jinên ku rastî tacîz û tecawîzan tên, jinên fihûş li ser wan tên ferz kirin û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berî 46  rojan daye dest pê kirin, nîqaş kirin.     Di encama nîqaşên hatin kirin de û pêşniyarên dê bi tevgerên jinên Tirkiyeyê re têkoşînek çawan bi rêve bibin, hatin kirin.