Zilamê ku hevjîna xwe kuşt parastina tê zanîn kir 2018-12-27 14:08:04   RIHA – Huseyîn Tîller ê ji ber kuştina Eylem Tîller tê darizandin, di danişînê de bi hinceta “Pirsgirêkên wê yên derûnî hebûn” xwest xwe biparêze û îdîa kir ku Eylem întîxar kiriye. Dadgehê, biryar da ku girtina Huseyîn Tîller berdewam bike.    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, Eylem Tiller di 12’ê Cotmeha 2017’an de, li mala xwe bi keçê kuştî hatibû dîtin. Hatibû îdîakirin ku Tîller “întixar” kiriye. Lê li ser giliya malbata Tîller, hevjînê Eylem Tîller Huseyîn Tîller hatibûn binçavkirin û girtin. Huseyên Tîller ê şopên barûdê li ser destên wî hatibûn dîtin, bi gumana kuştinê hatibû girtin û doz derbarê wî de hatibû vekirin. 5’emîn danişîna doza Tîller li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê û endamên Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê danişîn şopandin. Bersûc Huseyîn Tîller û dayika wî Hanî Tîller jî beşdarî danişînê bû.    PARASTINA TÊ ZANÎ: DERÛNIYA WÊ XERAB BÛ   Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir û Huseyên Tîller parastin kir. Tîller di parastina xwe de îdîa kir ku bûyer  ne cinayete, întixare û wiha got: “Gava hatim malê hevjîna min li erdê bû û demançe jî li aliyê wê yê çepê bû. Ji xwe derûniya wê xerab bû. Berê jî min wê birûbû sê nexweşxaneyan.”   Parêzerên Eylem Tîller piştî parastina Tîller parastin kirin. Parêzer Nahîde Polat, diyar kir ku bûyer ne întîxare, rast rast Tîller hatiye kuştin. Polat, da zanîn ku di rapora tipa edlî de hatibû gotin ku Eylem Tîller destê xwe yê çepê bi kar aniye, lê Huseyîn Tîller di parastina xwe de got çek li aliyê wê yê çepê hatiye dîtin. Polat, anî ziman ku dema ew şopên barûdê yên li ser destên Huseyîn Tîller hatin dîtin jî ber çavan bigirin, bûyer ne întîxare, cinayete. Polat di dawiya parastinê de xwest girtina bersûc berdewam bike.    Şandeya dadgehê, xwest ewraqên kêm ên di dosyeyê de bên temamkirin û biryar da ku girtina Huseyîn Tîller berdewam bike. Dadgehê dûre danişîn taloqî 18’ê Adara 2019’an kir.