'Guzel dayika her kesî bû' 2017-09-24 10:27:36 STENBOL - Yek ji Dayikên Şemiyê Guzel Şahin ku 22 salan aqûbeta windayan pirsî û di ber xwe da, çîroka berxwedanê li pey xwe hişt. Keça Guzel Şahin Meral Nergis Şahin, diyar kir ku Guzel ne tenê dayika wan dayika hemû kesan a Xweşik bû.  Guzel Şahîn (Guzel Ana) di sala 1943'yan de li navçeya pulurê ya Dersimê ji dayik bû. Hêj 12 salî bû hat zewicandin. Şahîn di temenê zarokatiyê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Lê ruxmî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe ya jiyanê domand. Şahîn ji ber pirsgirêkên aboriyê di sala 1960'an de koçî Taxa Gulsuyî ya navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê dike, bi hevjînê xwe re li vir di şevnîşînekê de dijî. Şahîn destpêkê bi Têkoşîna Şoreşgerî ya Tirkiyeyê re têkiliyan datîne û dem bi dem şoreşger tên serdema mala wan. Şahîn di wê şevnîşînê de 5 zarokan tîne dinê, ji wê demê heta çû ser dilovaniya xwe jî, di nav têkoşînê de bû û li dijî bêhiqûqiyê ked da.   'EZ JIYANA XWE DEYNDARÊ DAYIKA XWE ME'   Di sala 1992'yan de duyemîn zarokê Şahîn Fedaî Şahîn li Stenbolê tê binçavkirin. Li ser vê Şahîn serî li Miduryeta Stenbolê û walîtiyê dide, lê tu agahiyan ji kurê xwe nagire. Şahîn diçe ku derî li wê tên girtin, lê ew dest ji lêgerînê bernade û piştî du hefteyan pê dihise ku kurê wê li Miduryeta Polîsan a Kocaeliyê ye. Kurê wê piştî demekêk di bin çavan de dimîne, tê girtin, piştî ji girtîgehê derdikeve, dibêje ku "Ez jiyana xwe deyndarê dayika xwe me."   'HER ZAROKÊN WINDAKIRÎ ZAROKÊN MIN E'   Piştî dayika Guzel pê dihise ku di 27'ê Gulana 1995'an de dê Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ji bo zarok û xizmên xwe yên winda çalakiyê bidin destpêkirin, Şahîn jî bê fikar tev li çalakiya dayikan dibe. Her çendî zarokên wê yên winda di nav windahiyan de tune bin jî, ew piştgiriyê dide çalakiya dayikan û di çalakiyan de cihê xwe digire û dibêje ku "Her zarokên ku hatine windakirin, zarokên min in."   Ji wê rojê heta dawiya jiyana xwe li Umraniyeyê berê xwe da Qada Galatasarayê û ruxmî hemû zehmetiyan jî tev li çalakiyê bû û 22 salan ev girêdana xwe ya bi têkoşînê re berdewam kir. Şahîn her zarokên winda wekî zarokên xwe didît, di 20'ê Îlonê de li nexweşxaneyê çû ser dilovaniya xwe.   'EW GUZEL ANAYA HER KESÎ BÛ'   Keça Şahîn Meral Nergîs Şahîn behsa dayika xwe kir û got ku "Ew dayika her kesî/ê bû" û wiha axivî: "Kî/ê dibû bila bibe, alîkariya her kesî dikir. Dema bidîta mirov tên wêderkirin û rastî niheqiyê tên, demil dest diçû gel wan û piştgirî dida wan. Me ji wê re Dayika Gorkî xwend û demekî me pênaseya Dayika Gorkî ji bo wê kir, ew ne tenê dayika me, Guzel Anaya her kessan bû."     Şahîn aşkera kir ku her çendî di demên dawî de tenduristiya dayika wê zêde ne baş bûbe jî, wê dest ji qadan berneda ye û wiha pê de çû: "Digot 'Cihê min li gel Dayikên Şemiyê ye. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bijîşkan derketina wê ya malê qedexekiribû. Dema li malê jî bûya, her dem di nav tevger û xebatê de bû."   'POLÎSÊ EW DERB KIR HAT XELATKIRIN'   Şahîn destnîşan kir ku dayika wê dema tev li çalakiyan dibû, gelek caran hatiye binçavkirin û derbkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez rojekî çûm navenda polîsan Uskudarê. Her kesên li wir an zarokên xwe, an jî xizmên xwe dipirsî. Polîs pirsa 'Tu li kî/ê digerî' kir, min got ez li dayika xwe digerim, bersiva 'Ka li vê mêze ke, her kes keça xwe, birayê xwe dipirse, ew dayika xwe dipirse' da min û çêr li min kirin. Di gelek êrîşên polîsan de dayika min birîndar dibû. Rojekê em bi malbaî çûn 1'ê Gulanê. Ez jî di nav de ji malbata Şahîn em 4 kes hatin binçavkirin. Dema dayika min hat gel me, polîs ji dayika min re got 'Kesên te li malê bi rêxistin nekiriye maye? Em biçin wan jî bînin', dayika min bersiva 'Pisîk û kûçik mane ew ê jî demekî şûn de bên tu qet meraqa neke, her kes di malê de şoreşger e.' Bê tirs bû. Ya herî ecêb jî ew bû, dayika min di 1'ê Gulana 1998'an de şideta polîsan dît. Piştî li ser hişê xwe diçe wê davêjin aliyekî. Dema wê davêjin aliyekî, polîsek tê wê kaş dike û rojnamegerek vê yekê dikişîne. Piştre ji ber ku ev polîs alîkariya pîrejinekê dike, tê xelatkirin. Dayika min hêrs bû. Piştre daxuyanî da çapemeniyê û got ku 'Ev polîs ne alîkarî, ez derb kirime' û nerazîbûn da nîşan."   Şahîn da zanîn ku dayika wê gotiye ku 'Ew berî her tiştî cîhanî, piştre mirov û herî dawî dersimî bû' û aşkera kir ku dayika wê gelekî hez ji Hrant Dînk dikir û wiha axivî: "Gelek hez ji ermeniyan dikir, li ber serê wê wêneyê Hrant Dînk hebû. Her şoreşger zarokên wê bûn."