Jinên Amedî ji bo yekbûnek xurt ji hevdîtina li Stenbolê re amade ne 2019-01-04 13:59:51   STENBOL - Endama DAKAP'ê Deniz Aktaş, diyar kir ku dê di 5-6'ê Çile de li Stenbolê hevdîtina jinên Tirkiye pêk bînin û wiha got: "Jin dê bi vê hevdîtinê li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî jinan bi yêkîtî û yekbûnek xurttir rawestin û bibin bersîv."    Rêxistina 137 jinan û LGBTÎ+  dê bi banga "Jin Bi Hevre Bi Hêz in" di 5-6'ê Çile de li Stenbolê kom bibin. Jin dê di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de li hev kom bibin û li dijî tundiyê dê yekîtiya xwe xurt bikin. Jinên ku xwe amade dikin ji çar aliyên Tirkiye tev li vê hevdîtinê bibin, dê 2 rojan li Navenda Hunerê ya Fûlya ya Beşiktaşê kom bibin û li ser rojevê jinê niqaş bikin. Ji Amedê jî Endamên Platforma Jinan a Dicle Amed (DAKAP) dê beşdarî vê hevdîtinê bibin. Jinên ku li Stenbolê li hev kom bibin dê bi hevre gelek civînan pêk bînin û li ser çareseriya pirsgirêkan niqaşan bikin. Endama DAKAP'ê Deniz Aktaş, bal kişand ser civînê û daxwazên xwe yên di civînê de bînin ziman.    ‘ARMANC YEKÎTÎBÛNEK BI HÊZ A JINAN'   Aktaş, anî ziman ku piştî OHAL hat îlankirin û gelek saziyên jinan li Amedê bi KHK'ê hatin girtin û mohrkirin û wiha got: "Jinên ku li dijî polîtîkayên şer helwesta xwe nîşan dan, rastî tundiyek dijwar hatin. Jinên ku rastî tundiyê hatin û mafê wan hat binpêkirin dê tev li vê hevditinê bibin. Jin dê li dijî êrişa bi pergal a li dijî jinan bi yekîtiyek xurt û bi hêz bibe bersîv. Me li bajar û navçeyên herêmê gelek civîn bi jinan re pêk anîn. "    ‘EM DIXWAZIN LI DIJÎ ŞER HELWESTEK HEVPAR NÎŞAN BIDIN'   Aktaş, da zanîn ku di civinên li herême pêk anîn de tundiya ku di encama polîtîkayên şer de derketine holê ye û wiha bi dawî kir: "Her çend bi fermî OHAL rabûbe jî bi fîîlî OHAL didome. Em bandora OHAL'ê bi hêzek mezin hîs dikin. Hemû qadên jiyanê hatine talankirin. Bajarê me talan bûne. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî van tevan helwestek hevpar nîşan bidin. Me heta niha komele, saziyên jinan ava kir. Me bazarên jinan ava kir. Ev destkeftiyên jinan ên hevpar in. Divê em van destkeftiyên xwe li cihekî kom bikin û pêş bixin. Ziman, bawerî, nijad û rengê me çi bibe bila bibe, em di nasnameya jinê de digêjin hev û pirsgirêkên me tevan yek in. Ji ber vê yekê jin dê bi hevre bibin hêzek mezin û pirsgirêkan çareser bikin."