Leyla Guven ji jinan re name şand: Terîda Îmraliyê dê bişkê 2019-01-23 13:37:54   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 77 rojin li Girtîgeha tîpa E ya Amedê li dijî terîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji TJA re şand û got: “Bi enerjiya diherike Îmraliyê teqez dê tecrîd bişkê. Li her derê û li her derê em dê serkeftinê bi dest bixin û bi serkeftinê bi encam bikin."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza lêdawîanîna tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 77 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.  Guven ku 77 rojin di grevê de ye, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê nameyek ji Tevgera Jinên Azad (TJA) re şand.    Nameya Leyla Guven a ji bo Tevgera Jinên Azad ((TJA) wiha ye:   ''Ez di roja 71'ê ya berxwedanê de, bi bawerî û coşiya ku dilê mirov ji bo serkeftinê mezin dike, we slav dikim. Hevrêyên min ên jin ku dilê wan bi baweriya şoreşê lêdixe.   Gotineke pêşiyan a Êzîdiyan dibêje, ''Li ser xaka me pêşî jin şiyar dibin, piştre roj dihile û jin rojê tînin tînin''. Çi xweş hatiye gotin ne? Çi qasî wan jinên berxwedêr ên dema me vedibêje ku li dijî taritiyê diqaqibin û li eniyên pêş li ber xwe didin. Belê, jin şiyar bûn. Bi şerma ji ber derengmayinê bi rêyan ketin. Helbet hay ji zor û zehmetiyên rê hebûne. Dengê ku ji Zindana Amedê bilind bû, xwe gihande pişt dîwaran û hemû zindanan. Deng bû mîna awazekê û strana berxwedanê bi hev re hate gotin. Çi digot yek ji wan jinên ku bi berxwedanê xweşik bûyî, bi dengê xwe yê zelal, ''her dil strana xwe dibêje''. Weke her demê, her pêvajoyê û her şoreşê, ev stran jî ya me jinan e. Hate fêhmkirin ku daxwaza pêşî ya her kesî yek e. Bêyî ku em hev bibînin û bi hev re biaxivin, di vê têkoşîna me de zimanê me bûye yek! Baş e, va tişta ku wê werin kirin diyar e. Bi enerjiya ku diherike wê tecrîda li Imraliyê rabe. Li her deverê em ê serkeftinê teqez bikin û biencam bikin.   Pêşengiya li şikandina tecrîda li ser Rêzdar Abdullah Ocalan, ku hem jinên Kurd gelekî deyndarî wî ne, ji hêla dîrokî ve jî, sincî û wijdanî me ve jî peywira me ye. Berxwedana li dijî her cure êşkenceyê ku berhema hişmendiya zilam-serwer e, hem tekane çareserî û hem jî mafê me ye.   Di vê pêvajoya dîrokî de û di rêya berxwedanê de bi qasî serê derziyê jî ji baweriya xwe em nektin şikê û dudilî nebûn. Ji ber ku me tabûtia Imraliyê ku li dijî êqil, wijdan, sinc û hiqûqê ye, van 21 salan ti caran qebûl nekir û me ev li pêş aştiyê weke astengekê dît. Me tim got ên ku ev pergal ava kirin, sêwirandin, pêşbîninya vê kirin, pêk anîn wê hesabê vê bidin dîrokê! Em dizanin ku kesek wê bawer neke ku ev sêwirandineke mirovî ye, wê bibe rûreşiya mirovahiyê û di rûpelên dîrokê de cihê xwe yê bêqidoş bistîne. Heke pergala erkê ya ku ev afirandî, serweriya li jinê, xweristiyê, bêhêziyê, bêgavê, girtiyê ji xwe re mîna heqekî dibîne, em jî, nîvê civakê jin, li dijî vê hişmendiyê, ''mafê xwe yê têkoşîna rewşa heta bi dawî bixebitînin û vê bêkarîger bikin.''   Em dizanin; çi qas têkoşîn ew qasî azadî. Em ne teslîmîyeta lîberalîzmê û ne jî ferzkirinên faşîzmê qebûl dikn. Em hevrêyên wan in ,ê ku rê û xeta xwe afirandine, ya alternatîfa rêya sêyem danîne, me ne rêya ku 'divê em li ser bimeşin', diyar kiriye, me rêya ku em ê li ser bimeşin diyar kiriye û bi gavên jixwebawer di vê rêyê de dimeşin.   Bi vê maneyê, bi coşiya pêşengiya li berxwedana ku bi dirûşma, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê rizgar bikin'' me dayî destpêkirin, bi baweriya ku li hundir û derve ya helkehelk li têkoşîna xwe ya bi hêza gel zêdetir asê bibin û bi ser bikevim û bi ser bikevin.''   Bi vê baweriyê bi bêrî û hezkirineke ku naqede we hembêz dikim, ji dilê we yê şoreşger bi hezaran caran maçî dikim.'   18/01/2019   Leyla GUVEN   Zindana Amedê"