'Ev bazar keda me ye, em ê xwedî li keda xwe derên' 2017-11-04 09:45:19 AMED - Li Bazara Herêmê ya Jinên Jiyanê esnafên jin dixebitin, Şaredariya Rezanê heftê carekî kir bazara mêran jî û li ser vê bertekên raya giştî zêde dibin. Jinan aşkera kir ku dê teqes vekirina bazarê ji mêran re qebûl nekin û gotin ku "Ev der keda me ye û em ê xwedî li keda xwe derkevin." Bazara Herêmê ya Jinên Jiyanê ya di sala 2014'an de ji hêla Şaredariya Rezanê ve li Taxa Bagcilarê hat vekirin, 200 jinan lê îstihdam dikirin, di rojên borî de ji hêla heman şaredariyê ve rojekê ji bo mêra hat veqetandin û ev rastî nerazîbûna jinan hat. Hat diyarkirin ku zabite û mêrên li bazarê gef li jinan xwarine û jinan nerazîbûn nîşanê vê yekê dan, li ber Şaredariya Baglarê çalakî li darxist û bi Seroka Şaredariyê Bîrsen Kaya ya ku DBP'ê ew îxraç kiribû re hevdîtin pêk anîn. Ruxmê bertekên jinan jî Kaya ji biryara xwe nehat xwarê. Jinan nerazîbûn da nîşan û aşkera kirin ku divê şaredarî xwedî li soza xwe derkeve û piştrast kirin ku mêr dixwazin keda wan ji destê wan bigirin.   ‘EV BAZAR KEDA ME Û NANÊ ME YE’   Jina bi navê Fatma Toptan berê li Alanyayê dim, piştî ji hevserê xwe veqetiya ye, bi 3 zarokên xwe re tê Amedê, 4 sal e l bazarê dixebite. Toptan destnîşan kir ku li ser pêşniyara hevalên xwe wê li bazarê dest bi xebatê kiriye û wiha got: "Ez bi pereyê li vir qezenc dikim zarokên xwe xwedî dikim. Tekane karê ku ez pê debara xwe dikim ev e. Ev der ked û nanê me ye. Me xwe hişke hişk bi wê ve girêdaye. Jinên li vir bi hev re di nav piştgiriyê de ne. Li vir kurd, tirk û laz hene. Me li vir xwe bi hev ve girêdaye."   ‘EM Ê HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI NANÊ XWE DERKEVIN’   Topgan destnîşan kir ku ew 3 meh e bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne û bi zorê wan bi mêran re didin xebitandin û wiha pê de çû: "Zabiteyên herêmê ev 3 meh e bi hincetên pûç û vala zextan li me dikin. Her dem ceza li me dibirin. Berî 10 rojan ceza li min birîn. Niha jî dixwazin bazarvanên mêr bînin vir. Li dijî me polîtîkayeke taybet heye. Zexteke dijwar li me dikin."   Toptan da zanîn ku ruxmê her tiştî jî ew ê li bazarê xebatên xwe dewam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em jin li vir bi xwehdana eniya xwe qezenc dikin. Ji vê kêfxweş in. Em ê dest jê bernedin. Bila bes bi xwe tev li me bikin. Bi mêrên bazarvan re tu pirsgirêkeke me tune. Em ê heta dawiyê xwedî li ked û nanê xwe derkevin."   ‘NANÊ ME JI DESTÊ ME DIGIRIN’   Guler Eker jî jineke kedkar a bazarê ye, Eker aşkera kir ku hem jinên tên bazarê û hem jî kirînerên tên bazarê, ji hev gelekî memnûn in. Eker destnîşan kir ku dema ev bazara hatiye avakirin, soz dane wan ku dê mêr nexebitin, lê niha sozê xwe nayne cih û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mêr dixwazin nanê me ji destê me bigirin. Çima nanê me ji destê me digirin. Tekane qada ku em nanê xwe ji digirin ev der e. Kirînerên me jî li dijî vê yekê bi bertek in."   ‘NE TENÊ BAZAR, PIŞTRIGÎ JÎ HEYE’   Nuray Yalin anî ziman ku ew her dem li herêma Bagcilarê pêwîstiyên mala xwe dikire, piştî bazar hatiye avakirin gelekî kêrê wê hatiye. Yalin piştrast kir ku cihên ku jin dixebitin gelekî kêm in, yên heyî jî mêr dest datînin ser û ev tişt anî ziman: "Dema ez têm vir tenê danûnstandinê dikim. Em li vir li ser jiyana jinê diaxivin, nîqaşan dikin. Piştgiriyê didin hev. Ji bo wê jî naxwazin mêrên bazarvan bên vir."