Jin: Em şerê we qebûl nakin 2017-09-24 17:54:30   STENBOL – Jin, di çarçoveya kampanya Meclisa Jinan a HDP'ê ya "Wisa naçe jin destûr nadin" de li qada Khalkedonê kom bûn û kursî ava kirin. Di bernamemyê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca, diyar kir ku meclîsa Tirkiye bi şermek mezin deriyê xwe ji serdema nû re vekir û wiha got: "Meclîs bi şermê hat vekirin û teskere erê kir. Em jin şerê we qebûl nakin."    Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya kampanya "Wisa naçe, jin destûr nadin" de li Qada Khalkedon a Kadikoya Stenbolê kursiya serbest pêk anî. Jinên di çarçoveya kampanya Meclisa Jinan a HDP'ê de kom bûn, li kursiyê nerînên xwe anîn ziman. Di bernameyê de Parlamenterên HDP'ê Pervin Buldan, Filiz Kerestecîoglu, Besime Konca, Aycan Îmrez, Huda Kaya, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Feleknas Uca û gelek nûnerên partiyên siyasî yên jin amade bûn. Li qada ku kursî lê hat danîn jinan pankartên "Em dê Komkujiya Jinan Rawestînin, Jiyanê Azad bikin", “Li dijî cînayetên jinan em di îsyanê dene" vekirin. Qada kursiyê bi nepoxên mor û sipî yên li ser “Tecrîd dê winda bike", “Jin dê bi ser bikevin" hatibû nivîsandin hat xemilandin. Jinên li dora kursiyêkom bûn bê navber dirûşmeyên “Mêr lê dide dewlet diparêze", “Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" û “Ji tundiya mêr re bes e" û “Bijî piştevaniya jinan", “Jin jiyan azadî”, “Bijî yekîtiya jinan”, "Nevîn Yildirim ne bi tenê ye" berz kirin. Jinan li qadê dîmenên rengîn avakirin û peyama ku kolanan, şevan û qadan terk nakin dan. Şahiha kursiyê bi stranan a hunermendên NÇM'ê dest pê kir.    'JIN DÊ BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN'    Di bernameya kursiyê de ewil Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir,  diyar kir ku ji bo ew ji komkujiyên jinan, tacîz û tecawiza li dijî jinan û tundiya li ser jinan tê meşandin bêjin raweste li vir in. Demîr, anî ziman ku pergala serdest destûr nade mêrê kujer bê cezakirin û rê li pêş cezakirinê digire û wiha got: "Divê em hemû jin li hev kom bibin û ji vê tundî û zilma mêr re bêjin bes e. Rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Lê mêrên kujer bên ceza tên hiştin. Êdî dema em bêjin raweste hatiye. Brêz Fîgen Yuksekdag jî got 'Berxwedana li dijî zimlê rûmeta me ye.' Em dê li dijî zilmê di ber xwe bidin.    Piştre Hunermendên NÇM'ê stran gotin.    EM DÊ BI HERE TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN   Piştî stranên hunermendên NÇM'ê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca, anî ziman ku ji bo xerabiya li wan tê ferzkirin li vir in û wiha got: “Ji bo pêşerojek azad, rojên pêş ên azad û xweş di her fabrîqeyên Stenbolêde çavê jinan heye. Di her fabrîqeyê de ked, deng û gotina jinê heye. Em dê hemû bi hevre vê xerabiya li me tê ferzkirin têk bibin û em dê bi hevre têbikoşin.    ‘KAMPANYA ME BI QÎMET Û WATE YE'   Konca, destnîşan kir ku meclîsa Tirkiye deriyê xwe di serdema nû de bi şermek mezin vekir û wiha got: “Ji bo azadiyê em bi 6 milyon mirovan vîna xwe hildibijêrin. Lê mixabin Parlamento welat dixe nava şer. Ji bo vê yekê jî teskereya şer derxist. Îtîfaqa AKP-MHP-CHP'ê teskere erê kir. Lê diviya bû meclîsê di serdema nû de ji bo rakirina OHAL’ê dawîlêhatina KHK’yan têbikoşiya. Em wekî vîna gel duh li hemberî tabloyek şermê rû bi rû man. Em jin şerê mêran qebûl nakin. Me jinan dît ku li Rojhilata Navîn DAIŞ çawa nêzî jınan dibe. Me dît ku jin çawa tên qetilkirin. Lê îro dewlet û îktîdar vê feraseta paşverû dixwaze li Tirkiye rewa bide nîşandan. Ji ber vê yekê ev kampanya pir bi qîmet û watedar e. Ev wisa naçe jin destûr nadin. Îro li mufretada perwerdehiyê jî dixwazin feraseta mêrê serdest ferz bikin û pêşeroja civakê bê kesayetî bihêlin. Me xwe wekî partiya jinê pênase kir. Em dê feraset û siyaseta mêrê serdest bi feraseta siyaseta jinê ya azadiyê biguherînin. Me ji jinan hêz girt. Ji ber ku me li dijî êrîşan serî netewenad, hevserokên me hatin girtin. Wekîl û bi hezaran xebatkarên me hatin girtin. Em dîsa dibêjin wisa naçe. Jin destûr nadin. Îro îktîdara mêrê serdest AKP dibe ku bi hêz be. Ji bo hebûna xwe berdewam bike dibe ku zextan bike. Lê di dîrokê de hemu mêrên serdest ketine binê sergo. Têkoşîn û rêxistina jinan tê feraseta mêr a serdest bavêje binê sergo. Em dê KHK û feraseta îktidarê ji pêş xwe rakin. Ji ber ku em bi feraseta bîrdozî, polîtîk a azadiyê tedikoşin ji me ditirsin. "    bernameya kursiyê bi axaftina jinên din berdewam kir.