KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû 2019-02-16 10:58:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJAR'ê' nameyek ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re şand û piştevaniya xwe ani ziman û got: "Bi sedan rêhevalên me, bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me tarî bikin!” bedenên xwe veguherandin parçeyek ji agir û rêya azadiyê ronî kirin. Hûn jî bûn şopdarên rêya van qehremanan. Yek ji hevalên ku vê pêvajoyê herî baş xwendin jî hûn in. Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû, kelehên zilmê rûxiyan."     Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 101'an de berdewam dike. Koordînasyona Komeleya Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) nameyek ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re şand û piştevaniya xwe ani ziman. KJAR'ê  di nameyê de destnîşan kir ku yek ji hevalên ku vê pêvajoyê herî baş xwendin jî Leyla ye û wiha got: "Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû, kelehên zilmê rûxiyan."     Nameya Koordînasyona Komeleya Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) ya bi ser navê 'Ji Leylaya me ya meşvanên azadiyê re' wiha ye:    "JI LEYLAYA ME YA MEŞVANA AZADIYÊ RE    Bi zanebûna ku em di pêvajoyeke pir giran re derbas dibin em vê nameya ji te re dinvîsin. Bi taybetî em dikevin saleke din a Komploya Navnetewî. Em di pêvajoyeke li gor giraniya Komployê re derbas dibin. Di vê dema giran de we jî xwest vê demê baştir bixwînin û bersiveke rast bidinê. Bi sedan rêhevalên me, bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me tarî bikin!” bedenên xwe veguherandin parçeyek ji agir û rêya azadiyê ronî kirin. Hûn jî bûn şopdarên rêya van qehremanan. Yek ji hevalên ku vê pêvajoyê herî baş xwendin jî hûn in.     Her sal, her heyam li gorî xwe beşdariyek, seknek û rastiya watedayîn û bersivbûnekê xwe heye. We jî ev tecrîda girankirî ya li ser Mîmarê Azadiyê dît, bi kûranî hîs dikir û weke jinek ji bo jêre bibin bersiv hûn  niha canê xwe feda dikin. Di heman demê de jin ji bo vê tecrîda hovane bişkênin canên xwe dikin mertalên zindî.   Belê Leylaya me ya tî û birçiya azadiyê û ji bo jiyaneke birûmet derketiye rêyeke binirx. Beriya her tiştî ji çiyayên gul û kulîlkên wan azad bêhn didin, çûkên wan bi azadî dixwînin û bi rengê jinê dixemilin, bi wate dibin, bi hezkirin û hesretên xwe yên ji dil û can we silav dikin. Weke jinên Rojhilatê Kurdistanê û KJAR’ê bi hesreta azadiyê we hembêz dikin û silav li têkoşîna we dikin. Hûn ji bo me sembolên azadiyê ne. Di demeke wiha de hûn, pêşengên têkoşîneke wiha ne û mîna şopdarên Sakîne Cansizan me serbilind dikin, rûmetê didin me û careke din nîşan didin ku Sakîne nemir in. Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû, kelehên zilmê rûxiyan.  Dirûşma dîrokî ya Mazlûm Doxan a “BERXWEDAN JIYAN E!” her roja derbas dibe zêdetir bi wate dibe û meşaleya serkeftinê gur û geş dike. Jinên kurd di her serdemên dîrokê de vê meşaleya azadiyê dewrî hev kirine. We bixwe jî vê meşaleyê ji Sara, ji Şîrîn Elemhûlî dewir girt. Jinên Kurd her tim xwedî rûmet û têkoşînê ne. Hûn bixwe jî di nav van jinên ku meşaleyê geş dikin de ciyê xwe digirin.    Em jî vê têkoşîna we kêlî bi kêlî dişopînin û li ser navê we xurûr digirin, serbilind dibin. Weke jinek we dest bi vê çalakiyê kiriye û veguherandiye xelekek ji zincîra berxwedanê ku ev ji bo me jî gelek girîng e. Her wiha hûn îro pêşengên vî gelî ne. Ev çalakiya di pêşentiya we de, niha berfirehtir bûye û her deverên Rojhilata Navîn girtiye. Çawa ku Sakîne Cansiz li Zindana Amedê têkoşîna xwe mezin kiriye û derbeyek li faşîzmê xistiye, hûn jî îro berdewamiya yên derbeya herî mezin li xeyalên siltaniya Erdoxan dixin in. We jî li zindanê, ya girîngtir ji Zindana Amedê dest bi çalakiyeke wiha kiriye ku gelek watedar û girîng e. Cesareta Sakîneyan, li Rojhilatê Kurdistanê Şîrînan afirand. Hevala me Şîrîn li ber sêdareyê jî dibêje “Hûn dikarin canê min bigirin lê hûn nikarin Rûmeta min teslîm bigirin!”. Mîmarê Azadiyê Rêber Apo jî ji bo azadiyê dibêje; “Eger azadî tiştekî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin!”     Belkî wan bedenên xwe kirin mîna ronahiya findê lê ya girîng; mirov vê pêvajoyê rast fêm bike û rast bersiv bide. Hûn jî ji bo vê pêvajoyê baş bixwînin û rast bibin bersiv, sembolek ji nav şerekî dijwar in. Li Rojhilatê Kurdistanê jî deshilatdariya mêr dixwaze xwe mezin bike û jinê dike mal û mulkê xwe û dixwaze bi zihniyeta xwe wê bihelîne.   Şopdarên mîna Sakîne, jinên mîna Şîrîn diafirînin. Hevala me Şîrîn, weke şopdareke hevala Sara, serî ji rejîma Îranê re nedanî. Heta ku çû ber sêdarê jî sekneke di têkoşîna xwe de bi israr û bi îrade ya jina Kurd pêşkêş kir. Em jî di wê baweriyê de ne ku ev çalakiya di şexsê we de dest pê kirî wê serkeftinê bîne.       Em bi hêvî ne; ji ber ku hûn ji Mîmarê Azadiyê Rêber Apo rast têgihîştin.  Em bi hêvî ne; ji ber ku hûn jinek in. Em bi hêvî ne; ji ber ku hûn berxwedêr in û we serî ji vê tecrîdê re, ji vê sîstemê re nedanî.  Em jinên KJAR’ê belkî bi fizîkî ne li cem we ne lê ji bîr nekin ku hûn ji bo me çirûskek hêviyê ne. Em di ruh û giyanê xwe de we hîs dikin, dijîn û bi we serbilind in. Di şexsê we de bi hezaran Leylayên me di zindanan de, li derveyî welat û çiyayên azad têdikoşin. Lewra di şexsê we de em hemû hevalên çalakger ku li tevahî zindanan û li her deverên welat di çalakiyê de ne silav dikin û hesretên xwe pêşkêş dikin.     Dibe ku gelê Rojhilat ji ber zextên hovane yên rejîma Îranê nikarin tam derkevin meydanan. Lê em dixwazin hûn bizanbin ku ew jî şopdarên we ne û ji bo rast têbigihîjin têdikoşin. Berxwedana we ya birûmet hêvî û bawerî dide jinên Rojhilatê Kurdistanê. Belkî rejîma Îranê serhildana gel serkut dike lê rastiyeke me ya gel heye. Li ku derê neheqî, zext, çewisandin, dagirkerî û qetlîam hebe, gelê Kurd her tim li hember vana têkoşer e. Hûn bixwe jî pêlek ji vê ne. Dîsa em nêzikahiya bi rûmet û şeref a rêhevalê xwe Nasir Yagiz jî bi hurmet pêşwazî dikin. Em dibînin ku rêheval Nasir Yagiz jî şopdarekî jinê û girêdayî azadiyê ye û sekna ku pêşwazî dike gelek birûmet e.    Belê rêhevala Leyla, me xwest bi vê nameyê hinek be jî bayê Rojhilat ê azadiyê ber bi te ve bişînin. Bi hêz û morala ku jinên KJAR’ê ji we digirin em we silav dikin, bi dil û can ji te û tevahî têkoşeran re serkeftinê dixwazin. Hemû rêhevalên jin ên KJAR’î ku niha li cem me ne we silav dikin.   Bi hêviya ku her tim di têkoşîna xwe de serkeftî bî …    KOORDÎNASYONA KJAR"