Huda Kaya: Em jî dibêjin haydê meydan 2019-02-21 16:25:52    ENQERE - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bi beşdarbûna Merva Demirel a rastî tacîza polîsekê hat, li meclîsê bi boneya 22'emîn salvegera darbeya "Post Modernê" civîna çapemeniyê li dar xist. Kaya, bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yê polîsê tacîzî Demîrel kir parast, da û got: "Em ji kesên ku dijminatiya jinê dikin re, dibêjin haydê meydan."   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Stenbolê Hûda Kaya bi tevlîbûna Merve Demîrel a rastî tacîza polîsekê hat, bi boneya 22'emîn salvegera darbeya "Post Modernê" li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Kaya, diyar kir ku ku roja 28'ê Sibatê hîn di hafizaya civakê de zindiye û wiha axivî: "Kesên mudaxaleya jiyana mirovan dikin, ji bo xwe wekî peywirekê dibînin, lê êdî dê bi ser nekevin.    Kaya, da zanîn ku desthilatdariya AKP'ê tu tişt neguhertiye û wiha got: "Bi destên AKP'ê tundî û tacîza li ser jinan zêde bûye. Kesên ku xwe wekî misliman pênase dikin îro li dijî tacîza li jinekê hat kirin bêdeng in. Tacîzkaran diparêzin. Ev yek nayê qebûlkirin. Wezîrê Karê Hundur dibêje va ye meydan. Îro wezîr li dijî mirovên ku li mafên xwe digerin derdikeve. Va ye Merve Demirel îro li vir e. Em daxuyaniya 28'ê Sibatê bi hev re didin. Kesên ku tacîz û îstismarê zêde dike desthilatdar bi xwe ye. Em jî dibêjin vaye em jî li virin, haydê meydan."