Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir 2019-02-23 17:13:53   MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê, bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a (HDP) ê ya Mêrdînê, bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniya çapemeniyê li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê aşkere kir. Namzetên hevşaredarên jin ên navçeyan û rêvebirên jin ên HDP û DBP’ê tevlî daxûyaniyê bûn. Li ser navê Meclîsa Jinan, Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak bername aşkere kir. Eylem, anî ziman ku ji bo bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê aşkere bikin kom bûne.     Eylem, Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 108 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye bibîr xist û got ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven bang jinan kir ku hemû jin tevlî bernameyên 8’ê Adarê bibin.   Bernameya 8’ê Adarê ya Meclîsa Jinan wiha ye:   *1’ê Adarê li Nisêbînê buroya jinan a hilbijartinê wê bê vekirin û wê stardê bidin.   *2’yê Adarê li Mîdyatê de tekstîlên jinan wê bên ziyaretkirin û qerdenfîl bê belavkirin.   *3’yê Adarê li Dêrikê esnafên jin wê bên ziyaret kirin û qerdenfîl bên belav kirin.   *4’ê Adarê li Şemrexê esnafên jin wê bên ziyaret kirin û qerdenfîl bên belav kirin.   *5’ê Adarê li Kerboranê esnafên jin û tekstîl wê bên ziyaret kirin û qerdenfîl bên belav kirin.   *6’ê Adarê li Artukluyê wê nexweşxane bên ziyaret kirin û qerdenfîl bên belav bikin.   *7’ê Adarê li Stewrê beldeya Awîna jin dê bên li gel hev   *8’ê Adarê li Qoserê buroya hilbijartinê ya jinan bê vekirin.   *Êvaran jî jinên ku rastî tundiyê hatine û hatine qetil kirin malbatên wan ziyaret bikin.   Jinan bi dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Berxwedana Leyla” berz kirin û dawî  bi bernameya xwe anîn.