Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin 2019-02-27 14:10:22   STENBOL - Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi slogana "Ji bo azadiya xwe em di berxwedanê de ne; li dijî krîz, şer û şidetê em li qada ne" dê li qada bin.    Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Platformê Sevgî Ozturk diyar kir ku ew ê wek jinan biryardariya wan a yekîtî, têkoşîn û piştevaniyê didome û li her qadê jiyanê li dijî jinan newekheviyek heye.    Ozturk bal kişand ser şideta jinan û wiha got: "Em ê hêza xwe ji yekîtiya xwe digirin. Em ê li dijî tacîz, zayendperestiyê, zihniyeta baviksalariyê dengê xwe her bilind bikin. Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê bidomînin. Dijiminatiya li dijî jinê ya deshilatdariya 17 salî ya AKP'ê didome. Bi pergala perwerdeya ku di bin bandora dîn de ye tê xwestin ku nifşên nû têxin bin tehakuma xwe. Nefreta li dijî LGBTI'yan û tacîza ku li Merve Demîrel hat kirin ji bo civakê mînakên ne baş e. Divê em bi hev re li dijî zihniyeta ne baş têbikoşin."   Ozturk daxwazên jinan wiha rêz kir:   "*Em ji bo Şule Çet a ku ji aliyê patronê xwe ve bi tecawizê rû bi rû hat hiştin û ji camê hat avêtin adaletê dixwazin.    *Em berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê slav dikin û em dixwazin daxwazên Leyla Guven bên cih.   *Em dixwazin ku Buseya Trans a ku dixwaze emeliyat bibe ji vî mafê xwe bêpar neyê hiştin.    *Em xwedî li keda kedkarên Flormarê jî derdikevin û em dixwazin daxwazên wan  pêk were.    *Em e li dijî rêveberiyên herêmî yên ku îradeya jinê tune dihesibîne be. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî rêveberiya yekperest li ser sindoqan jî nîşan bidin.    *Em dibêjin bila êrîşên li dijî nafakaya ji bo jinê bê sekinandin. Bila di warê kar de di destpêkê de jinên ku dev ji hevserê xwe berdane mafê xebatê bigirin dest.    *Daxistina cezayên ji bo dozê îstismara zayendî nayê qebûlkirin. Divê zagona "heger bi tecawizkar bê zewicandin dê cezayê tecawzikar bi dawî bibe" paşve bê kişandin.    *Divê li cihên kar, kreş, aşxane, cihê cilşoyê bê avakirin.    *Divê destûra 8'ê Adarê hebe.   Ozturk herî dawî got: "Em hebûn, em hene û em ê hebin. Bila hemû kes di 3'ê Adarê de saet di 12.00 de werin ber Marmara Forumê û ji wir em ê biçin Qada Bazarê ya Bakirkoyê û beşdarî mîtinga 8'ê Adarê bibin."