‘Di 8’ê Adarê de em bi rengên xwe li qadan bin’ 2019-02-28 15:32:35   ÎDIR – Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya xwe  ya 8’ê Adarê eşkere kir û got: “Li Îdirê, hemû jin dê bi rengên xwe li qadan bin û beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.”   Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Îdirê, bi dirûşmeya “Jin ji bo aştiyê li ber xwe didin û  di grevê dene” bernameya xwe ya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê eşkere kir. Civîna eşkere kirina bernameya meclîsan jinan li avahiya HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin.    Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Îdirê Eylem Çelîk, di civînê de axivî. Çelîk, diyar kir ku ew ê di pêvajoyek zor û zehmet 8’ê Adarê pêşwazî bikin û wiha got: “Jin di refên herî pêş de, ji bo mafên xwe têdikoşin. Jinan li dijî kedxwarî û desthilatdariyê, ref girtine. Em di pêvjaoyek dîrokî û ewqasî jî zor û zehmet re derbas dibin. Emê azadiya xwe bi dest bixin. Emû hemû sînorên faşîzmê û ablukeyên wê derbas bikin û meşrûbûna xwe ava bikin. Emê di vê çarçoveyê de berxwedana xwe mezin bikin.”   ‘EM BI HEMÛ RENGÊN XWE LI QADAN BIN’   Çelîk, da zanîn ku ewê sibe bi xebatên hilbijartinê re, xebatên xwe yên 8’ê Adarê jî bi rêve bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de emê di 5’ê Adarê de kartan girtîgehan re bişînin. Emê li Halfelî û Yenîmahalle bigerin û qûrnefîlan li jinan belav bikin. Di 6’ê Adarê de, emê jinên dikandar û yên li nexweşxaneyan ziyaret bikin. Dîsan emê li bajaroka Hoşhaber qûrnefîlan belav bikin. Emê di 7’ê Adarê de, li navçeya Tûzlûca bi jinan re kom bibin. Piştî kombûnê emê qûrnefîl û belavokan belav bikin. Di 8’ê Adarê de jî, em ê saet 13.00’an li ber avahiya partiyê kom bibin û heya  Birdariya Mafê  Mirovan bişemin. Di meşê de em ê li erbaneyan bixin, qûrnefîlan belav bikin û nepoxan bifirînin. Em di roja jinan de bi hemû rengên xwe li qadan bin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê em hemû jinan dawetê qadan dikin.”