Qirîzê li bajara jinan xist: Ji 20 kesan man 4 kes 2019-03-01 09:12:45 ÎDIR – Di salekê de hejmara jinên li Bazara Kedê ya Jinê dezgehên xwe vedikirin ji 20 kesan daket 4 kesan. Jinên nanê tenûrê, rîçal, tirşî, kincan li malê çêdikin û difiroşin, gotin ger krîz dewam bike wê bazar bê girtin.    Şaredariya Îdirê, di sala 2011'an de li Bûlwara Zubeyde Xanimê Bazara Kedê ya Jinê ava kiribû. Niha her diçe hejmara jinên li bazarê dezgehên xwe vedikin kêm dibe. Berê hejmara kesên li bazarê dezgehên xwe vedikin 20 kes bûn, lê di salekê de hejmar daketiya 4 kesan. Jin li bazarê nanê tenûrê, rîçal, tirşî, kinc, zebzebên hişk, fêkiyên hişk û biharatên li malê çêdikin difiroşin.    KRÎZA ABORÎ LI BAZARÊ XIST    Fatma Çelîk a 65 salî ku 7 sal in esnafa vê bazarê ye, bilêv kir ku bazara wan jî nesîbê xwe ji krîza aborî girtiye. Çelîk, anî ziman ku heta salek berê jî li bazarê jinên kurd, tirk, azerî û terekeme li cem hevdu dezgehên xwe vedikirin, lê niha tenê ew 4 kes mane. Çelîk, diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî kes nikare tiştekî bikire.    Gulsum Dûragi ya 62 salî ku 8 sal in esnafa bazarê ye jî anî ziman ku berê li bazar ji mirovan xalî nedibû, lê niha rewş guheriye û got: "Berê me şar bi 3 lîreyan dikirî, niha em bi 6 lîreyan dikirin. Em mecbûr dimînin berên xwe biha bikin. Êdî em fedî dikin fiyetê beran ji mişteriyan re bibêjin. Her roj biha dibin. Ev rewş tesîrê li herkesî dike. Em ne dewlemend in. Fabrîke û kargehên me tune ne. Em hildiberînin û debara xwe dikin."    JI BER KRÎZÊ TENÊ 4 DEZGEH MANE    Songul demîrcî  ya 65 salî jî diyar kir ku 8 sal in ew li vê bazarê ye û roj heye ew serfetihê jî nakin. Demîrcî got: "Şaredarî ji bo me jinan ev bazar vekir. Em pê debara xwe dikin. lê belê niha krîza aborî heye. Piraniya esnafan dezgehên xwe girtin û çûn. Berê em 20 kes bûn, niha em 4 kes in. Ji ber krîza aborî wisa bû. Em tim dixisirin. Kes ji vê rewşê nerazî ye. Kesên dibêjin krîz tune ye, bila werin halê bazarê bibînin."    MA / Ayşe Surme