Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin 2019-03-02 14:52:59 DERSÎM - Platforma Jinan a Dersîmê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin.  Platforma Jinan a Dersîmê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, daxuyanî dan û di daxuyaniyê de bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin. Endamên Platformê li Platforma  Şaxan a KESK'ê ya Dersîmê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. Namzeta Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Hevşaredariya Dersîmê Adayı Nurşat Yeşil jî tev li daxuyaniyê bu. Li ser navê Platformê Baran Solmaz Şahin, axivî û diyar kir ku jinan di malê de hepis dikin û wan bi tenê dihêlin û wiha got: "Em 8'ê Adarê di pêvajoya ku jin di malê de tên hepiskirin pêşwazî dikin. Di şexsê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bi sedan jin di greva birçîbûnê de ne. Ji bo dawî li greva birçîbûnê bînin divê demek berî demekê daxwazên çalakgeran pêk bê. Em nêviyê jiyanê ne. Em nedîtina xwe red dikin. Em dê di 8'ê Adarê de li mal, kolan, qad, dibistan, kargerî û her qadên jiyanê dengê xwe bilind bikin.  Em dê daxwaza jiyana wekhev û azad bikin. Em hebûn, em hene, emê hebin.   Bernameya platformê wiha ye.    * 3 Adar saet 15:00  Panel: “Kriz, Mêtîngerî, Têkoşîn û Jina di tora tundiyê de"  Cih: DAD (Komeleya Elewiyên Demokratik)    *7 Adar Saet 13:30 Ji bo piştevaniya Jinên Girtî - Dê qertan bişînin.  Cih Postane   * 8 Adar Saet Saat:12:30   Daxuyaniya çapemeniyê.  Cih: Li qada Seyit Rıza