Jinên ji bo Guvenê îmze danîn bin kampanyayê: Divê em daxwaza Leylayê li her derî bilêv bikin 2019-03-03 09:13:47   STENBOL - Jinên li dor dirûşmeya "Jinên piştgiriyê didin Leylayê û dibin dengê wê" hatin cem hev û kampanyayek dan destpêkirin, diyar kirin ku ji bo Leyla bijî divê ew hîn bêtir bitêkoşin û gotin: "Divê em daxwaza Leylayê li her derî belav bikin."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 116'an de ye. Jinên li dor dirûşmeya "Jinên piştgiriyê didin Leylayê û dibin dengê wê" hatin cem hev û kampanyayek dan destpêkirin, diyar kirin ku ji bo Leyla bijî divê ew hîn bêtir bitêkoşin û gotin: "Divê em daxwaza Leylayê li her derî belav bikin."    Endama Platforma Maf û Edaletê Nûrten Ertûgrûl, Hewldana Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DÎB) Nesteren Davûtoglû û nivîskar Ayşegul Devecîoglû gotin: "Divê em daxwazên Leylayê li her derî belav bikin."    'DIVÊ EM DENGÊ XWE BÊTIR BILIND BIKIN'    Yek ji îmzevana kampanyayê jî Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît e. Koçyîgît, diyar kir ku ji bo daxwaza Leyla Guven a li dijî tecrîdê pêk bê divê qanûn pêk bê û got: "Lê belê jib o ev qanûn pêk neyê her tiştî dikin. Hevala me Leyla tenê ne li dijî tecrîda li Îmraliyê, li dijî tecrîda civakiyî jî li ber xwe dide. Li dijî polîtîkayên taciz û tecawizê, ji bo aştî çêbibe û gel bi hev re bijîn li ber xwe dide. Ji bo her kes bi rihetî li gor baweriya xwe bijî li ber xwe dide. Em jî xwedî li vê têkoşînê derdikevin û silav dikin. Em dibêjin, daxwaza wê daxwaza me ye. Divê Leyla bijî. Ji bo bijî jî divê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Bêtir îtiraz bikin. Divê em di 8'ê Adarê de dengê Leylayê li her derî bilind bikin."    'DIVÊ EM XEBATÊN XWE BERBELAV BIKIN'    Ertûgrûl jî, anî ziman ku Leyla Guven û hevalên wê xwedî rihekî bilind in û got: "Divê em nehêlin mirovên ku ji bo fêdeya civakiyî dev ji jiyana xwe berdidin bimirin. Divê em bên cem hevdu û çi hewce ve em bikin û van xebatan berbelav bikin. Niha mirov hemû tên tecrîdkirin. Çalakiya kesên di greva birçîbûnê de çalakiyeke pir girîng e. Sûreya Maîdeyê dibêje 'Kî canê kesekî xelas bike wekî canê hemû mirovan xelas kiribe.' Ez li gor vê tev digerim û dibêjim kesên rêya rast nebînin nikarin xwe bigihînin heqîqetê. Dizanim ku wê Leyla Guven û hevalên wê li ber xwe bidin, lê belê naxwazim tiştek bi wan bibe. Divê ew bijîn. Ez ne alîgirê azadiya ku piştî mirina wan bê. Em dixwazin em û wan tev de bijîn û ji bo vê çi hewce bê kirin."    'EM Ê BIBIN DENGÊ LEYLAYÊ'    Davûtoglû jî anî ziman ku hîn nû Leyla Guven nas kiriye û got: "Bedena wê çilmisî bû, lê ronî ji ser çavê wê û feraseta wê dibare. Tu dibê qey ew ki ser girekî mezin rûniştiye. Wekî xwişka min be, hîsek li min peyda bû. Min guhê xwe yê tirk vekir û hemû gotinê wê guhdar kirin. Min got belkî tiştekî cuda hebe. Na hevalno na. Leyla dixwaze qanûnên Komara Tirkiyeyê pêk bên. Helbet, divê Ocalan karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike. Ev mafekî xwezayî ye. Em ê bibin dengê Leylayê. Em ê hewl bidin ku daxwaza wê li her derî belav bikin."    'EM DIXWAZIN LEYLA BIJÎ'   Nivîskar Devecîoglû jî diyar kir ku ew dengê xwe li dengê Leyla Guven zêde dikin û got: "Em dixwazin Leyla bijî. Ji bo Leyla bijî em ê bitêkoşin. Em ê bitêkoşin ku aştî were vî welatî."