Guven peyama 8’ê Adarê da: 8’ê Adarê dê bibe roja mizgîniya azadiyê 2019-03-03 17:16:26   STENBOL - Leyla Guven peyam ji mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya bi dirûşmaya “Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û tundiyê em li qada ne" ya li Bakirkoyê hat lidarxistin şand û got: “8’ê Adarê dê bibe roja mîzgîniya azadiyê.”     Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, bi dirûşmaya “Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û tundiyê em li qada ne" li Qada Bazar a Bakirkoyê, mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran jinan mîtîng li dar xist. Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Jinan a HDK’ê, Piştevaniya Jinan a Kirkyama, Jinên Demokratîk ên Nû, Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Kedkarên Mala Zibare û gelek sazî û dezgehên jinan bi reng û pankartên xwe ketin qada mîtîngê. Pankarta “Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û tundiyê em li qada ne" bi dika mîtîngê ve hat kirin.    Bi hezaran jinên ji navçeyên cuda yên Stenbolê hatin qada mîtîngê, pankarta “Leyla Guven mafdere, divê tecrîd rabe” û “Em ber bi azadiyê ve dimeşin û tecrîdê dişkînin” vekirin. Jinên bi kincên xwe yên herêmî beşdarî mîtîngê bûn, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ji bîr nekirin û bê navber dirûşmeyên “Daxwa Guven daxwaza me ye”  û “Deng bide Leylayê” berz kirin. Li ser dike tim û tim bi  lêxistina çepikan peyamên piştevaniyê ji bo Leyla Guven hatin dayîn.    PIŞTÎ DEQEYEK RÊZGIRTINÊ MÎTÎNGÊ DEST PÊ KIR   Berî destpêkirin mîtîngê ji bo jinên jiyana xwe ji dest dayîn,  deqeyek rêzgirin hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê bi Kurdî û Tirkî hat kirin.  Li ser navê Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê Sevgî Ozturk daxuyaniya tirkî xwend.    ‘EM HEBÛN, EM HENE Û EMÊ HEBIN’   Ozturk, diyar kir ku jin li dijî desthilatdariya zilam a cîhan ji bo jinan kirin dujeh û kapitalîzmê, weke hemû 8’ê Adarê, îro jî li qadane û heya daxwazên wan bên qebûl kirin, dê mezintir bibin, bibin yek, bi hêztir bibin û heya ji wan tê dê dengê xwe bilindtir bikin. Ozturk, da zanîn ku ewê bi têkoşîna xwe vê pergalê biguherînin û wiha got: “Li dijî kedxwariyê, rejîma yek zilamtiyê, pergala serdestiya zilam û ne wekheviyê, bi înat û israr em hebûn, em hene û emê hebin. Em ji vê derê çalakiya Leyla Guven a 116 rojin di greva birçîbûnê deye silav dikin. Daxwaza wê daxwaza me ye. Em dîsan vê berxwedam birûmet silav dikin.”   ‘EM CARDIN LI QADAN E’   Piştî daxuyaniyê li ser nvê Piştevaniya Jinan a Esenyali Adîle Dogan axaftinek kurd kir û wiha got: “Weke her salê îsal jî em di 8’ê Adarê de li qadane. Di vê rojê de em carek din dibêjin em hene. Bijî 8’ê Adarê.”   DAYÎKA OYKU ARÎN JI JINAN RE PEYAM ŞAND    Dûre peyama dayîka Oyku Arîn a nexweşiya Losemî pê re heyî Eylem Şen a şandibû hat xwendin. Şen di peyama şande wiha got: “Merheba Jinên dildar. Ez xemgînim ku ne dinava we deme. Ez ji bo keça xwe li benda piştgiriya we me. Weke hûn dizanin ji bo keça min teşhîsa nexweşiya Losemî hatiye danîn. Dibe ku jineke ku hatibe 8’ê Adarê bibe sedema ku keça min bijî. Ji bo kampanya me û hemû zarokên losemî bibin alîkar. Ger jin têbikoşin, mijankên çavên wan jî dê nekevin erdê. Bijî piştevaniya jinan.”   ‘8’Ê ADARÊ DÊ BIBE ROJA MIJGÎNIYA AZADIYÊ’   Piştî axaftinên hatin kirin, peyama bi deng a 8’ê Adarê ya Leyla Guven şandibû hat guhdar kirin. Guven wiha banga li jinan kir: “Merheba jinên xoşewîst. Berî her tiştî em di hefteya 8’ê Adarê dene. Ez roja we ya 8’ê Adarê û ya hemû jinên cîhanê pîroz dikim û hêvî dikim ku her rojên were, bibin  mizginiya rojên azad ên 8’ê Adarê. Di 8’ê Adaran de, em jin, dê dîsan daxwazên civakê li qadan biqîrîn. Emê îro têkoşîna jinan bilind bikin, hemû maf û hiqûqên jinan ên dinava civakê de bigihînin asta herrî jor. Ji vê yekê qet gumana me tuneye. Bi sedan hevalên me yên li girtîgehan li ber xwe didin jî wisan dibêjin. Ji ber ku ez pêşengtiya çalakiyeke wiha dikim, pir keyfxwe û birûmetim. Ez temsîla gelek nasnameyan dikim û min ev hemû nasname hilbijartin. Di gelek mijaran de min bi xwe biryara xwe neda. Hemû biryarên derbarê jiyana xwe de min nedan. Lê mînak, min biryar da ku bibim femînîst. Min bixwe biryara vê çalakiya xwe da. Min hemû tişt di mejiyê xwe de ava kir, kit bi kit hûnand û min dûre dest bi vê grevê kir. Di warê rihê de ez hîna jî xwe pir baş hîs dikim. Her çiqas fîzîkiya min, min bide zorê jî, mejiyê min moralê dide min. Min biryara xwe bi xwe da. Hatina we ya gel hev pir bi nirxe. Têkoşîna jinê pir bi nirxe. Jinên hatin serdana min yek bi yek moral û coş dan min. Ji ber vê em dibêjin ku ger jinek rastî tundiyê bê, hemû jinên din jî rastî tundiyê tên. Em gelek nêzî serkeftinê ne. Ez xwe pir bi şans hîs dikim ku rêheval û hevalê we jina me. Ez hêvî dikim ku di 8’ê Adarê sala bê de, emê hemû bi hevre vê rojê pîroz bikin. Başe ku hûn hene jinên hêja û ez jî heval û rêhevalê we me. Bimînin xêr û xweşiyê de.”   Piştî peyama Guven qediya, jinan bi berzkirina dirûşmeyan bersiv dan Leyla Guven.   Dûre, hûnermanda Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) Rûken Yilmaz derket ser dike û mîtîng bi gerandina guven re bi dawî bû.