'Ez ê 8'ê Adarê bi xebitandinê pêşwazî bikim' 2019-03-04 09:05:29 ÎZMÎR - Ayşe Yaman a di şertên giran de karê berhevkirina kartonan dike diyar kir ku ew rojê 12 saet dixebite û ew ê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi xebitandinê pêşwazî bike.  Jin li dijî krîz, şidet, îstîsmar, tacîz û tecawizê dê di çalakayên 8'ê Adarê de daxwazên xwe bînin ziman. Jin amadekariya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Li aliyekê jin vê rojê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û li aliyekî din jî gelek jin di bin şertên giran de ku dixebitin û karê zor dikin jî vê rojê dê bi xebitandinê pêşwazî bikin. Ayşe Yaman a li navçeya Konaka Îzmîrê dijî her roj nêzî 10 kîlometreyan digere û kartonan berhev dike. Yaman got pîşeya wê ya esil aşpêşiyê û her çiqas li kar geriyabe jî kar peyda nekiriye û ji ber vê yekê neçar e roj3e 12 saeta kaxiz û kartonan berhev bike û di şertên zor de bixebite.    ‘KU HÛN DIXWAZIN RASTIYÊ BIBÎNIN LI BASMANEYÊ BIGERIN'    Yaman destnîşan kir ku tevî hemû zehmetiyên rojê jî ew rojê tenê 60 TL'yî qezenc dike û got: "Mala min nîne û ez di pansiyonekê de dimînim. Ez pereyê mayîna xwe û debara xwe derdixim. Kî dixwaze rastiyê bibîne bila werin li Semta Basmaneyê ya Îzmîrê bigere û bibîne." Yaman da zanîn ku ew bi keda xwe dixwaze li ser piya bimîne û got: "Dema mijar dibe jin kar zor dibe. Lê ligel hemû zehmetiyan jî ez neçarim bixebitim."    ‘EZ Ê 8'Ê ADARÊ BI XEBITANDINÊ PÊŞWAZÎ BIKIM'    Yaman anî ziman ku jin civakê birêve dibin û wiha got: "Şerkirina wek jinan xweşik e. Ez ji bo ked û hebûna xwe şer dikim. Hin partiyên siyasî dibêjin ku mafên jinan diparêz in. Lê ez gotinên wan têr nabînim. Ew kesên li pêşberî kamerayan dibêjin ku xwedî li mafê jinan derdikevin û diparêzin bila hinekî jidil bin. Bila di rastiyê de mafên jinan biparêzin. Çend jin dixebitin, çend jin bê karin û dema nexebite û kar nebîne çi tê serê wê? Bila li ser vê yekê polîtîka bikin. Ez bi vê yekê bawerim û li her deverê dibêjim. Min qet 8'ê Adarê pîroz nekiriye. Ez îsal jî bi xebitandinê 8'ê Adarê pêşwazî bikim."    MA / Nîmet Olmez