'Divê em bi biryardariya Leylayê têbikoşin' 2019-03-06 10:19:25   MÊRDÎN - Namzetên HDP'ê yên hevşardariyan ên jin ku li ber Girtîgeha Mêrdînê starta 8'ê Adarê dan gotin: "Em ê bi biryardariya Leylayê têkoşîna xwe bilind bikin."  Li Mêrdîn û navçeyên wê her sal 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakî û şahiyên cuda tê pîrozkirin. Jinên Mêrdînê îsal bi armanca piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê starta 8'ê Adarê dan.    Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyên jin ên herêma Mêrdînê gotin ew ê li qadan bibin dengê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 119 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ye.    OZAYDIN: DIVÊ JIN BIHERIKIN QADAN    Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin da zanîn ku bi çalakiya Leyla Guven re berxwedanê dest pê kiriye û got: "Li gelek deveran çalakiyên greva birçîbûnê ku dewam dikin jin pêşengiya vê berxwedanê dikin. Jin li her qadê têdikoşin. Jin wê tu demê pergala mêtingeriya kapîtalîst a newekhevî û needale qebûl nekin. Divê ku hemû jin biherikin qadên 8'êAdarê. Em ne bêdeng in û em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi tenê nehêlin. Em ê li qada vê qîr bikin û vebêjin."    BALCI: EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BILINDTTIR BIKIN    Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Midyadê Havva Balci li ser girîngiya 8'ê Adarê sekinî û wiha got: "Ev roja ku jin li dijî pergala baviksalar dengê xwe bilind dikin û têkoşîna xwe didin nîşandan. Em ê wek jinên HDP'yî li qada bin. Em ê ji bo destkeftiyên jinan têkoşîna xwe mezintir bikin."    ‘HETA TECRÎD RANEBE TECRÎDKIRINA JINÊ JÎ RANABE'    Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Artuklu Fatma Yilmaz jî destnîşan kir ku ew ê bi berxwedana Leyla Guven da destpêkirin 8'ê Adarê pêşwazî bikin û wiha got: "Daxwaza Leylayê daxwaza me ye. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirina jinan e. Heta em vê tecrîdê neşikênin wê tecrîd zêdetir bibe. Divê li dijî tecrîdê di 8'ê Adarê de em dengê xwe bilind bikin."    ‘LEYLA RÊYA BERXWEDANÊ NÎŞAN DA'    Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Stewrê Gulîstan Oncu jî wiha bang li jinan kir: "Leylayê li dijî tecrîda girankirî û bêdengiya dinyayê bedena xwe da ber mirinê. Ji bo em hemû bi hev re vê tecrîdê bişkênin divê em li qadan bin. Leyla berxwedanê nîşanî jinan da û rê li ber berxwedanê vekir. Bi berxwedana Leyla Guven têkoşîna jinan derketiye astek jorttirîn. Îro divê em bi ruhê berxwedana Leylayê li kolanan li ber xwe bidin û zilmê rawestînin. Divê em ji her demê bêtir li dijî vê zîhniyeta jinan tune dihesibîne têbikoşin."