Yekitiya Hezên Şoreşger li Dersîmê buroya jinan vekir 2019-03-06 10:20:07 DERSÎM – Namzetên Yekîtiya Hêzên Şoreşger a Dersîmê buroya hilbijartinê ya jinan vekirin.  Namzetên Yekîtiya Hêzên Şoreşger a Hevşaredariya Dêrsimê, li taxa Gazik a Dersimê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Di vekirina buroyê de Parlamentera HDP'ê Pero Dundar, Alîcan Onlu, Kemal Bulbul, namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger û hevserokên navçeyê û gelek nûnerên jin amade bûn. Di vekirina buroyê de Namzeta  Hevşaredariya Dersimê Nurşat Yeşil, çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: “Em slavên xwe ji hemû kesên ku ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bedena xwe dane ber birçîbûnê re dişînin."     Yeşîl, anî ziman ku jinan hemû destkeftiyên jinan bi bedelên giran bi dest xistine û niha li dijî nirxên jinan êrîşek heye. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdîne Pero Dundar jî anî ziman ku mesele ne destxistina avahiya şaredariyê ye û wiha got: "Mesele divê em Dêrsimê radestî îktîdara faşîst nekin. Ji ber vê yekê em dê her dem bi hnevre bin û hêza xwe bikin yek û bi ser bikevin."    Piştî axaftinê ji bo aştî, demokrasî û azadî bi ser bikeve kevokên azadiyê firandin û buro vekirin. Buro li ber dengê def û zirneyan vekirin.