Jinên Kedkar: Leyla jineke ji çîna me ye, divê bijî 2019-03-07 09:24:09 STENBOL - Jinên Kedkar, ji bo Leyla Guven gotin: "Leyla Guven, jineke ji çîna me ye, hevrêya me ye. Divê bijî."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 120'an de didome. Endamên Jinên Kedkar (EKA), bal kişandin ser grevên birçîbûnê û ji bo piştevaniyê bang kirin.    Gamze Nîhal Îyîdogan, berxwedana Leyla Guvenê silav kir û got: "Hemû kesên ji bo daxwazên Leyla Guven û hevrêyên wê bên qebûlkirin têdikoşin, silav dikim. Leyla Guven, nîşan da ku di şeran de jin çawa li refa pêş in. Divê êdî ala di dest jinan de hêl bibin."    Îyîdogan, anî ziman ku li Rojava û gelek devaran jin li ber xwe didin û got: "Leyla Guven nîşan da ku wexta jin baweriya xwe bi tiştekî bînin qet dev jê bernadin. Heta dawiyê em li cem wê ne. Eger em dixwazin bi ser bikevin, tenê rêyek heye, ew jî kuçe ne. Divê em têkoşîna xwe bilind bikin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji bo Leyla bijî, divê her kes tev bigere. Divê em kuçeyan neterkînin. Çawa ku Leyla bi bedena xwe têdikoşe, divê em jî nesekinin."    'LEYLA, JINEKE JI ÇÎNA ME YE'    Îyîdogan, destnîşan kir ku piştgirî tenê bi daxuyaniyan nabe û divê ser vê çalakiyê bi hilbijartin û rojevên din neyê nixumandin û got: "Leyla Guven, jineke ji çîna me ye, hevrêya me ye. Loma divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Divê em li her derê biqîrin. Ji xeynî têkoşînê tu rêya serketinê tune ye. Divê Leyla bijî."    ‘PEYWIREKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ JINAN'    Songul Yucel jî, diyar kir ku ew dixwazin qîrîna Leyla Guvenê bibe qîrîna hemû jinan û got: "Leyla, ji bo daxwazeke mafdar û rast bedena xwe daye ber birçîbûnê. Lê wexta jin xwedî li vê çalakiyê derkevin û civak hemû bal bikişîne ser vê daxwazê wê daxwaza wê bê qebûlkirin." Yucel, bilêv kir ku loma di vî warî de peywira herî mezin dikeve ser milê jinan û divê jin li her derî dengê Leyla Guven bilind bikin.    'DIVÊ EM LI HER DERÊ BIN   Yucel, bang li hemû jinan kir ku divê dakevin kuçeyan û got: "Ji bo zindanan divê em konferansan, sempozyûman li dar bixin. Em çi bikin, divê em dengê wan bilind bikin. A herî girîng jî rûxandina zindana ye. Divê em dirûşmeya ji bo girtiyan azadî, li her derê bin."    Seher Dûrsûn jî got: "Li gelek girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdem dewam dike. Girtiyên ketin greva dorveger jî cezayê dîsîplînê li wan hat birîn. Wexta em diçin girtîgehan em dibînin. Di raporên ÎHD'ê de jî ev tişt hene. Çalakiya greva birçîbûnê awayekî çalakiyê ye û girîng e. Li girtîgehan di dest mirovan de ji bilî bedenê tiştek tune ye. Lê li derve gelek tişt hene. Divê piştgiriyên ji bo Leyla Guvenê, veguherin çalakiyên li kuçeyan."    'DIVÊ TECRÎD RABE'    Dûrsûn, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê pêk bîne û got: "Ji bo vê divê parêzer hin kampanyayan pêk bînin. Eger gel dakeve kuçeyan wê gavek bi paş ve bê avêtin. Jixwe tehliyekirina Leyla Guvenê bi saya van çalakiyan bû. Parlementerek e. Piştî greva birçîbûnê hat berdan. Eger em li derve bi girseyî çalakiyan li dar bixin, wê tecrîd bi dawî bibe."