‘Ji bo ku bibin dengê Leyla em dakevin qadan’ 2019-03-07 12:49:51 WAN - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên navçe û Bajarê Mezin a Wanê, ji bo ku bibin dengê Leyla Guven, hemû jin dawetî mîtînga sibe ya li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin, kirin.   Sibê, dê li Wanê mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Bûldan jî dê beşdarî mîtîngê bibe. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên navçe û Bajarê Mezin a Wanê gel dawîtî qada mîtîngê kirin.   ‘EM HEMÛ JINAN DAWÎTÎ QADA MÎTÎNGÊ DIKIN’   Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir ku di 8’ê Adarê de, dê jin astengiyên pêşiya xwe rakin û wiha axivî: “Em bang li jinan dikin ku werin em qezencên xwe, gelê xwe û qadên xwe yên jiyanê bi hevre biparêzin. 8’ê Adarê ji bo vê ferzendek mezine. 8’ê Adarê rêya herî girîng a bersiv dayîna qeyûman e. Qîrîna azadiyê ya li qadan berz bibe dê me hemûyan hembêz bike û dê bibe wesileya azadiyan. Bi vê armencê em hemû jinan dawetî mîtînga Parka Mûsa  Anter dikin.”    'ÎSAL PIR GIRÎNG E'   Namzeta Hevşaredara Tûşba Ayşe Mînaz jî, anî ziman ku jin li gelek qadan têdikoşin û wiha got: “Yek ji van jinan jî Birêz Leyla Guven e. Divê em bi riha têkoşîna Leyla Guven bi herikin qadan. Di 8’ê Adarê de, bi em dirûşmeya ‘em hene, li virin û li qadane’ derdikevin rê. 8’ê Adara îsal pir cudaye û ewqas jî girînge. Di pêvajoya derbas bûyî de jin tune hatin hesibandin. Jin ji derveyî hilberîn û projeyên rêveberiyên herêmî hatin hiştin. Divê di vê 8’ê Adarê de em bersiv xweş bidin vê hişmendiyê. Em bang li hemû jinên ku vîna wan hatiye xesp kirin ku bên beşdarî mîtînga 8’ê Adarê ya Parka Mûsa Anter bibin.”   Namzerta Erdîşê Yildiz Çetin, jî bang li jinan kir ku sibe bi hemû kincên xwe yên rengîn û dengên tilîliyên xwe beşdarî mîtîngê bibin.   ‘EM DENGÊ JINAN BIGIHÎNIN GUVEN’   Namzeta Saray Caziye  Dûman jî, bal kişand ser kedkariya jinê û wiha bilêv kir: “Jin dê dengek xurt derbixin û bertekên xwe yên li dijî pergalê bînin ziman. Em li bendêne hemû jin beşdarî mîtîgan Parka Mûsa Anter bibin û dengê xwe bilind bikin. Werin em bi hev re dengê xwe bigihînin Leyla Guven.   Namzeta Hevşaredara Ebaxê Leyla Atsak jî, bang li jinan kir  û wiha got: “Leyla Guven 120 rojin di greva birçîbûnê deye. Divê em nîşan bidin ku em piştgiriyê didin berxwedan Leyla Guven. Werin em jin bibin dengê Leyla Guven.”    Namzeta Hevşaredara Artemêt Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî, jin vexwendin mîtîngê û wiha bang li jinan kir: “Em jinên kurd, ji bo ku bibin dengê Leyla Guven, emê sibe saet 11.00’an li Parka Mûsa Anter kom bibin û mîtînga xwe li dar bixin. Divê em bi reng û dengê xwe dakevin qadan û dengê xwe hin bilintir bikin. Em hemû jinên Wanî vedixwînin mîtînga 8’ê Adarê.”