TJA ji bo tevlîbûna mîtîngên 8'ê Adarê bang kir 2019-03-07 14:12:10   AMED - TJA, diyar kir ku ewê li dijî hemû zordariyan têbikoşin û banga tevlîbûna mîtîngên 8'ê Adarê yên li Amed, Wan û Êlihê sibe bên lidarxistin, li jinan kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA'yê di daxuyaniya nivîskî de polîtîkayên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya kedxwarî, mêtingerî, tecrîd û tundiyê bi bîr xist û got ew ti carî li dijî van polîtîkayan bêdeng nemane, tim li ber xwe dane û diyar kir, ''Li dijî van polîtîkayên faşîst û yekreng, li dijî zayendîparêziya pergala zilamsewer, qedexekar, zordest û dagirker, bi hêza jinê, bi vîna jinê û bi rêxistiniya xwe em li ber xwe didin.''   TJA'yê tecrîda sedsalê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist, got, tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser civakê ye, welat ber bi tarîtiyê ve biriye, bi bîr xist ku li dijî tecrîda li ser Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven greva birçîbûnê dest pê kiriye û domand, ''Bi sedan jin û girtiyên siyasî li tevlî greva birçîbûnê bûne û têkoşîn geş kirine.''   TJA'yê got ew li dijî hêzên ku dixwazin wan mehkûmî tarîtiyê bikin, ew li cem Leyla Guven in ku deriyê zindanê vekiriye û domand, ''Em jin bi berdêlên mezin destkeftiyên me çêdibin. Bi geşkirina berxwedanê, li dijî hişmendiya faşîst ku dixwazin me biçewisînin, em dibêjin, ''Em ji bo jiyanê û bidin jiyîn di grevê de ne." Li dijî her cure zordariyê, em ê dengê xwe rakin û têkoşînê geş bikin.''   TJA'yê herî dawî banga tevlîbûna li mîtîngên Amed, Wan û Êlihê yên 8'ê Adarê li hemû jinan kir.