Li gelek bajaran jinan peyama biryardariya têkoşînê da 2019-03-07 15:53:53   NAVENDA NÛÇEYAN – Sazî û platformên jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî û şahiyan li dar xistin û li dijî zîhniyeta baviksalar a rûxandinan pêk tîne peyama têkoşîna biryardariyê hat dayîn.  Li gelek navendên bajarên herêmê platform û saziyên jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakî û şahiyan li dar xistin. Jinan anîn ziman ew ê li dijî pergala serdest û baviksalar dê têkoşîna xwe bilind bikin.    RIHA    Platforma Jinan a Bajarê Rihayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li li navenda Rihayê daxuyanî da û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin beşdar bûn. Jinan pankarta “Jina azad, civaka azad, jiyana azad” vekirin. Li ser navê platformê Dîlek Polat axivî û got ew xwedî li têkoşîna jinan derdikevin. Parlamenter Ayşe Surucu jî got: “Em ê ji vê pêvajoya xerab re bêjin bes e û na.” Surucu ji bo bêdengiya hikumetê ya li hember çalakiyên greva birçîbûnê re bang li Wezîrê Dadê kir û xwest gav biavêjin.”  Jinan li ber erbaneyê govend gerand û dawî li çalakiya xwe anî.    WAN    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û rêveber HDP’ê û DBP’ê li navenda Wanê bi boneya 8’ê Adarê di bin barîna berfê de qurnefilan li jinan belavkirin û jinan vexwendin mitînga 8’ê Adarê ya dê sibê li Parka Aştiyê ya Musa Anter pêk were.    QERS    Meclîsa Jinan a HDP’a Qersê jî bi wesîleya 8’ê Adarê bi jinan re li salonek dawetê hatin gel hev. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen beşdar bûn. Alaca axaftinek kurt kir û bal kişand ser rola jinan a di nava HDP’ê de. Piştî hevdîtina li gel jinan, jinên HDP’î li navenda bajêr qurnefilan li jinan belav kirin.    ÊLIH    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ên Êlihê û Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê bi boneya 8’ê Adarê ku dê sibê li ber stadyuma kevn a Êlihê mitîngê li dar bixe li ser Bulvara Turgut Ozalê belavok belavkirin û banga beşdariya mitîngê li jinan kirin. Jinan fîstanên xwe yên gelerî li xwe kirin û li ber erbaneyan govend gerandin. Jin li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê kom bûn û heta Kolana Gulistanê meşiyan û jinan vexwendin mitîngê. Dema jin dimeşiyan zilamên dirûşmên jinan bihîstin rabûn ser piya û li çepikan dan.    MÊRSÎN    Platforma Jinan Mêrsînê û Pêkhateya Jin Bi Hev Re Xurt in a Mêrsînê dê sibê êvarê li Yenîşehîrê meş li dar bixin. Saziyan bi daxuyaniya çapemeniyê jinên Mêrsînê vexwendin meşê.    DÎLOK     Meclîsa Jinan a HDP’a Dîlokê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de li avahiya partiyê bi jinan re civîn li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û gelek jin beşdar bûn. Li sînevziyona 8’ê Adarê hat temaşekirin û jinan dirûşm berz kirin. Semra Guzel di civînê de axivî û got: “Wê tecrîd bi berxwedana jinan bê hilweşandin.”    AMED    Komeleya Jinan a Rosa li Amedê bi beşdariya jinên rêxistinên civakî yên sivîl re li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleya Rosa bi hevkariya rêxistinên civakî yên sivîl “Tora Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinan” ava kir.    Di civînê de Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî axivî û vê tora ava kirin e bi raya giştî re eşkere kir.    8 SAZÎ CIH DIGIRIN    Pasînlî got di nava vê torê de Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirova, Komîsyona Jinan a Odeya Bijîşkan a Amedê, Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, Şaxa SES’ê ya Amedê, Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê ya Amedê, Şaxa Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî cih digirin.   Asli di dawiya daxuyaniyê de Protokola Hevkariya Tora Têkoşîna Li Dijî Şidetê xal bi xal parve kir.