'8’ê Adarê roja serhildanê ye’ 2019-03-08 13:00:39   AMED – Endama Navenda Sepan û Şêwra Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Semra Balyan got 8’ê Adarê roja piştevaniyê û serhildanê ye.    Parêzerên endamên Navenda Sepan û Şêwra Mafên Jinan a Baroya Amedê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber Dadgeha Amedê daxuyaniya çapameniyê li dar xistin. Daxuyaniya kurdî parêzer Semra Balyan û daxuyaniya tirkî jî parêzer Çîgdem Sevîmlî xwend.     Balyan di destpêkê de bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û got: “Roja 8ê Adarê roja piştevanî û serîhildanê ye ku bi grevên jinan dest pê kiriye û bi Clara Zetkin domiyaye.”    Balyan di dewama daxuyaniyê de wiha got: “Em jin li ber nexûyakirina keda me, li ber neewlebûn û vezelokbûna keda me, li ber giraniya şert û mercên xebata me, li ber cotebarên me yên li kar û li mal, li ber astengiyên gihiştina mafên me yên perwerdehî û tenduristiyê radibin.    Em li ber şêweyên têkiliyan ku zordariyê li ser me datînin, me dorpêç dikin û ‘di bin navê evînê de’ tundiyê rewa nîşan didin radibin. Em li ber pergala ku tê de malbat tê berzkirin, dayikbûn tê pîrozkirin, pergala ku jin di nav çar diwaran de bi tundiyê re bi tena serê xwe têne hiştin radibin.   Em li ber qedexe kirinên ji ber xwe kirinan, li ber hewldanên şêwandina jiyana me bi polîtîkayên kevneparêz, li ber êrîşên li ser awayên jiyana me û tercîhên me, radibin. Em li ber bi rêya niqaşên debariyan (nefeqeyan) çav berdana bi dest keftinên jinan, di nav zewaca bi tundiyê tijî de mehkûmkirina jinan radibin.   Zagona bi numreya 6284an ku yek ji bi dest keftinek jinan e, di hîn saziyên çapemeniyê de wek “zagona ku malbata hildiweşîne” hatiye pênase kirin û di bin êrîşan de maye û ev yek li geremola tundiyê zêde bûye.  Ev zagon mekanîzmaya hiqûqiya herî girîng e ku ber li tundiyê digire û jinan diparêze lewma em li ber hemû êrîşên li ser vê zagonê radibin.   Ligel daxwaza jinan û daraştina vekirî ya peymana Stenbolê, daxwazên me yên tevlîbûna dozên tundiya li hember jinan de hêjî têne redkirin û di darizandinan de hemû jiyan û bawerdêriya jinan tê pirskirin û zimanekî ku jin têne sucdar kirin tê bikaranîn. Em li ber van tevger û kiryaran radibin.   Ligel ku rewşa awarte qediyaye, bandorên wê hîn li herêma me didomin. Em li ber  vê yekê, li ber girtina saziyên jinan û tengkirina qadên xebatên jinan, radibin. Em li ber nefreta li ser kesên LGBTÎ û karkerên seksê û dûçar mayina wan a bi sucên nefretê re radibin.   Em li ber êrîşên li ser jinên penaber û tûne hesibandina wan, radibin. Em li ber mîlîtarîzmê, li ber şer û mêtingeriyê, li ber zayendperestî, bîfobî û transfobiyê, li ber tundiya dewletê, li ber tundiya mêran, li ber dest dirêjî û dest avêtinan, radibin. Em bi têkoşîna xwe li her derî hebûn, hene û em ê her hebin!”   Piştî xwendina metnê daxuyanî bi dawî bû.