Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê 2019-03-08 14:21:59 AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 121 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye peyam şand mitînga jinan a li Amedê û got: “Em ê azadiyê bigihînin serkeftinê.”   Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 121 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, peyam şand mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê.    ‘EM Ê MAFÊ AZADIYÊ BIGÎHÎNIN ASTA HERÎ JOR’    Peyama Guven a ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat xwendin wiha ye:    "Merhaba jinên dilovan. Em di hefteya 8’ê Adarê de ne. Ez berxwedana 8’ê Adarê ya hemû jinên cîhanê û ya we pîroz dikim. Ez bi bawerim her roja nû 8’ê Adarê ber bi rojên azad ve bibe û mizgîniya azadiyê dide me. Em jin dê daxwazên civakê di qadên 8’ê Adarê de bînin ziman û qîr bikin. Her roj berxwedan mezintir dibe û têkoşîna me bilind dibe. Em ê mafê jinê yê di nava civakê de yên wek hiqûq û azadiyê bigihînin asat herî jor.”    Mitîng bi axaftina beşdervanan û coşa jinan didome.