Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe 2019-03-08 15:46:45 AMED – Li Qada Îstasyonê ya Amedê bi hezaran jin li hev kom bûn û berxwedana Leyla Guven silav kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr jî bal kişand ser çalakiya Guven û got: “Zilm û zext kengê pêk tê jinek bi meşaleya xwe tarîtiyê ronî dike.”    Bi pêşengiya Platforma Jina a Dîcle Amedê  (DAKP) bi beşdariya hezaran jin li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Mitîng bi şîra “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di greve de ne” pêk hat û Berdevka Meclîa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, parlamenterên jin ên HDP’ê, namzetên hevşaredariyan ên navçeyên Amedê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê, Jinên Îtîfaka Partiyên Kurd û bi hezaran jin beşdar bûn. Jinên qada mitîngê tije kirin bê navber dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û Bijî Berxwedana zîndanan” berz kirin û silavên xwe ji Leyla Guven a 121 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greve de ye re şandin.    ‘JINEK BI MEŞALEYA XWE BI SER TARIYÊ VE DIÇE’    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr axivî û 8’ê Adarê li tevahiya jinên kurd û cîhanê pîroz kir. Taşdemîr da zanîn ku 8’ê Adarê bi têkoşîna jinan hatiye heta îro û got: “Silav ji hemû jinên li kolanan û zîndanan re. Zilm û zordestî kêngê pêk hatibe, wê demê jinek dibe ronahî û bi meşaleya xwe bi ser tarîtiyê ve dimeşe. Ji Rosa Luksemburgan heta Leyla Qasiman, ji Sakîneyan û Sêvêyan heta roja me ya îro ev berxwedan wisa hatiye. Em berxwedana Leylayê silav dikin û îro berxwedan bi pêşengiya wê geş bûye. Leyla ji berxwedana jinan re pêşengiyê dike. Heta tecrîd ranebe wê berxwedana me dewam bike.”    ‘JI BO AZADIYÊ JINÊ OCALAN TECRÎD DIKIN’    Taşdemîr bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Birê Ocalan ev 40 sal in ji bo azadiya jinê têkoşînek bêhempa birêve dibe. Ji bo vê yekê ye tecrîdê ewqas giran dikin. Em ê tecrîdkirina Birêz Ocalan bişkênin. Bila gumana tu kesî ji vê tune be. Heta tecrîd neyê şikandin wê azadî, aştî û aramî neyê ser vê erdnîgariyê. Di serî de jinên kurd û jinên cîhanê li her deverê ji bo azadiya xwe li ber xwe didin. Mînaka têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo azadiyê li ser axa Rojavayê Kurdîstanê xwe da nîşandan û jin hêj ji bo azadiyê li ber xwe didin.”    ‘WÊ JIN BI SER BIKEVIN’    Taşdemîr bal kişand ser kirinên qeyûman ên li dijî gelê kurd û got: “Yên ku wê demildest ji ser vê ax^ebiçin qeyûm in. Yên ku ji vir biçin ne gelê kurd e. Li her deverê li dijî HDP’ê û gelê kurd polîtîkayên dijminahiyê tên meşandin. Lê wê polîtîkayên wan bi ser nekevin. Yên ku bi ser bikeve gelê kurd û jinên gelê kurd û dostên xwe ne.”    UYANIK: EM JIYANÊ DIPARÊZIN    Pitşî Taşdemîr, Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî derket ser dikê axivî û got: “Em hezar silavan ji Leyla Guven û zîndanan re dişînin. Yen ku herî zêde ji tecrîdê zerar dibînin jin in. Bi destên qeyûman zextan li ser jinan dikin. Em ê di 31’ê Adarê de bersiva herî xweşik û mezin bidin qeyûman û zîhniyeta jinan tune dihesibîne. Em jin li ber xwe didin û em bêwestan di grevê de ne. Em jin mafê jiyanê û jinan diparêzin.”    ‘JI BERXWEDANA JINAN DITIRSIN’    Berdevka Jinên KESK’î Gulîstan Atasoy jî jinan silav kir û got: “Em bi ruhê berxwedana 8’ê Adarê silavên germ ji Leyla Guven a ku ji bo aştiya welat di greve de ye re dişînin. Jinên dilovan wek ku hûn dizanin li cîhanek ku pergala baviksalar serdest e aştî pêk nayê. Yên ku aştiyê û azadiyê bînin û saz bikin jin in. Ji ber vê yekê ye ewqas jî ji berxwedan û têkoşînan jinan ditirsin.”    NAMEYA GIRTIYAN HAT XWENDIN    Piştî Atasoy, nameya jinên li Girtîgeha Gebze ya Jinan di greva birçîbûnê de ne ku şandibûn hat xwendin û di nameyê de têkoşîna jinan hat silavkirin.    ‘JINAN BINGEHA YEKÎTIYA KURD SAZ KIRIYE’    Li ser navê îtîfaqa partiyên kurd endama Partiya Înasan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez jî axivî û got: “Bajar û axa me talan dikin. Dest datînin ser îradeya me û digirin. Ji bo em dawî li vê êş û zilmê bînin em hatin gel hev. Vaye em carek din dibînin ku jinên kurd zû ve bingeha Yekîtiya Neteweya Kurd saz kirin e. Ji bo yekîtiyê rolek girîng dikeve ser milê jinên kurd. Gelê kurd wê mafê çarenûsa xwe tayîn bike û xwe bi xwe birêve bibe.”    HUNERMEND JINAN DILGEŞ KIR    Piştî axaftinan hunermend Nurcan Degîrmencî, Cıvata Rîtmên Sûrê û hunermend Devrîm Demîr derketin ser dikê û jinan li ber stran û newayên xwe dilgeş kirin. Bi hezaran jin li ber stranan govend gerandin û mitîng bi dawî bû.