13 sal in hevjînê wê zextan lê dike 2017-11-09 09:25:14 AMED – O.D. ku bi salan e hevjînê wê şidetê lê dike, got ku bêcezatî rê li ber şidetê vedike.  Li Taxa Lalebey a Sûra Amedê, hevjînê jina bi navê O.D. (39) 13 sal in şidetê lê dike. O.D. bi şev û biroj ji bo debara malbata xwe li kuçe û kolanan kartonan berhev dike. Dayika 3 zarokan O.D. anî ziman ku hevjînê wê hem bi awayekî fizikî hem jî bi awayekî devkî şidetê lê dike û ji ber şideta tê kirin derûniya zarokan xerab bûye.    O.D. diyar kir ku bi salan e hevjînê wê şidetê lê dike. O.D. ev tişt gotin: “Hevjînê min pêgirtiyê tiryakê ye. Çawa pereyan werdigire dertê, çi dike jê, çawa xerc dike ez nizanim. Dema em jê dipirsin jî dixeyîde.” O.D. got ku tevî vê şidetê jî ji bo ew debara malbata xwe bike kartonan berhev dike. O.D. got ku bi ser de hevjînê wê ew biçûk dixe û bi ser de tê.    ‘TU GILÎ BIKÎ JÎ TIŞTEKÎ NAKIN’    O.D. diyar kir ku êdî ew nikare îdare bike. O.D. got ku dema hevjînê wê şidetê lê dike, tekane riya wê ya xweparastinê ew e ku xwe têxe odeyekê û derî li ser xwe mifte bike. O.D. diyar kir ku dema ew ji hevjînê xwe re dibêje ew ê wî gilî bike, jê bawer nake û wiha dibêje: “Heke tu giliyê min bikî jî wê tiştekî nekin. Herî zêde min bigirin û paşê berdin, lê paşê tu yê biçî kuderê.” O.D. got ku ji ber tehdîtan ew nikare giliyê wî bike.    O.D. anî ziman ku ji bo hevjînê wê şidetê lê bike, tim bahaneyan derdixîne û wiha got: “Carinan ji hevjînê xwe dipirsim, ji bo çi tu li me wisa dikî. Bersivê nade. Tim tehdît dike û dibêje ‘tu bisekine, ez ê dev ji we berdim û biçim. Hûn çi dikin bikin.’ Min jî got biçe, ez ê bixebitim û li zarokên xwe binerim.”    O.D. dest nîşan kir ku êdî ew nikare ji ber şidetê îdare bike û wiha got: “Ez ê ji niha û şûn ve nehêlim ku şidetê li min bike.”    O.D. got ku gelek caran hevjînê wê li ber çavên zarokên wê şidetê lê dike û ev yek bandorê li zarokên wan dike. O.D. diyar kir ku zarokê wê yê 9 salî jê re gotiye ‘dayê em ji vê malê biçin, hîn bavê min te nekuştiye.’ O.D. got ku tevî vê şidetê jî, ji bo ew debara malbata xwe bike, li Sûrê kartonan berhev dike.