Dayika 12 zarokan Bor: Karibim ez dê 12 zarokên din çêkim 2017-11-13 09:26:27 WAN - Li Wanê dayika 12 zarokan Muhteber Bor gotina Serokê AKP'ê Erdogan a “Bizewicin, zêde bibin. Li Tirkiye rêxistinên terorê pir hasas in. Herî kêm 10, 15 zarokên wan hene" şermezar kir û got: “Ji ber min ew qas zarok çêkir qet ne poşman im. Ji destê min bê ez dê ew qas zarokên din çêkim." Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan li Beştepe di merasima Sertifikayê de gotibû “Bizewicin, zêde bibin. Li Tirkiye rêxistinên terorê pir hasas in. Herî kêm 10, 15 zarokên wan hene". Piştî ve gotinê bertek û nerazibûnên li dijî Erdogan zêde bûn. Ji Wanê jî dayika 12 zarokan Muhteber Bor (60) helwesta Erdogan şermezar kir. Bor, diyar kir ku 3 bûkên wê hene û ji bûkê xwe xwest her yek 12 zarokan çêke. Bor  bertekên xwe yên li dijî Erdogan bi van gotinan anî ziman: “Erdogan nikare biryarê bide ku em çend zarokan çêkin. Em çend zarokan çêkin em dê biryarê bidin. Ez qet ne poşman im ku min ew qas zarok çêkirin. Ger ku ji destê min bê ez dê ew qas zarokên din çêkim. Qet zarokên min nebûn ‘terorist’. Hemû zarokên min karker, kedkar û kesên ji axa xwe hez dikin. Yê ku cudahiyê dixe nava jinan ew bi xwe terorist e. Ev polîtikayên wî encam nagirin."   ‘EW QAS ZAROKÊN KURDAN KUŞTIN LÊ EM DÎSA XELAS NEBÛN'   Dayika 6 zarokan Behice Borçin jî anî ziman ku Erdogan her dem gelê kurd dike hedef û wiha got: "Tu zarokên me ne terorist in. Dibe ku di çavên wan de em terorîst bin. Lê em jinên kurd hem ji bo kuştina gerîlla û hem jî ji bo kuştina leşkeran xemgîn dibin. Yên herî zêde êşa windakirina zarokan zanin em in. Jina kurd vê êşê baş zane. Ew qas zarokên me qetilkirin. Niha li gorê jî dîsa êrîşî wan dikin. Lê kurd bi kuştinê naqedin. Em dipirsin ka kurd bi kuştinê qediyan? Kurd bi tu awayî ji rê û doza xwe venagerin. Kurd bi kuştinê naqedin. Ji ber vê yekê Serokê AKP'ê dixwaze bi zêdebûnê bi mere şer bikin û me wekî terorîst îlan dike. Lê bila vala xeyalan çêneke."    'ZAROKÊN KURDAN TERORÎST ÎLAN DIKIN'   Dayika 6 zarokan Pinar Demîr jî helwesta Erdogan şermezar kir û wiha got: "Li Rojavayê Tirkiye polîtîkaya 3 zarokan pêş dixe. Li herêmê jî zarokên kurdan û kurdan wekî terorîst bi nav dike. Me û zarokên me dikin hedef. Heta niha me yekê jî terorîst newelidandin. Zarokê me tu kesî ne terorîst in. 6 zarokên min hene. Hemû wekî pirlanta ne. Ez bi wan serbilind im. Yên dibêjin 3 zarokan çêkin û 15 zarokan çê dikin terorîst in ew cudahiyê dixin nava jinan."    Dayika 8 zarokan Hanife Seven jî helwesta Erdogan şermezar kir û wiha got: "Navêjin ev malbat çawa xwe xwedî dikin. Kes nan û ava me napirse. Lê tev li karê me û zarokên me dibin. Yê vê biryarê bide ne Erdogan e. Dayik bi xwe ye."