'AKP ji paradîgmaya jinê ya HDP'ê ditirse' 2017-11-17 09:03:59 ENQERE - Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr aşkera kir ku AKP li cihê têkoşîna azadiya jinê, serdestiya mêr di civakê de bi pêş dixe û wiha got: "Ji ber ku jinên di nava HDP'ê de siyasetê dikin li dijî rola ku desthilatdariyê li ser jinê ferz kiriye tê dikoşin, dibin hedef." Cara ewil di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de pergala hevserokatiyê di siyaseta li Tirkiyeyê de derket pêş. HDP'ya ku hêj 5 wekîlên wê girtî ne, wekîltiya 4 jinên HDP'î jî hat xistin. Li meclisê tekane partiya ku Civîna Koma Jinan li dardixe HDP ye, di heman demê de yekane partiya ku hejmara jinan tê de zêde ye jî.   Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê têkoşîna jinan a di nav HDP'ê de axivî û der barê polîtîkaya AKP'e de nirxandin kir. Taşdemîr da zanîn ku AKP têkoşîna jinê li dijî xwe wekî gefekê dibîne û wiha got: "Ew jî baş dizanin ku cihê ku têkoşîna jinê lê bi pêş keve, dê di civakê de guhertinên dîrokî pêk bên."   ‘JI TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ DITIRSIN’    Taşdemîr anî ziman ku roja ku AKP hatiye ser desthilatdariyê heta roja îro, civaka ku dixwaze rêxistin bike û guhertinên ku dixwaze pêk bîne, li ser bedena jinê ava dike û wiha got: "Li gorî cîhana di serê xwe de, bi kodên xwe yên birdoziyê mekanîzma û pergalekî ava dikin. Ev pergala muhafazakar a ku dixwazin ava bikin, navê jinê jî ji vê pergalê re derbas nabe. Ji ber wê bi awayekî sîstematîk qada jinê hedef digirin. Ji xwe roja ku AKP hatiye desthilatdariyê heta niha, ji têkoşîna azadiya jinê ditirse. Her dem di nav tirs û fikarê de ye."   ‘BÛ BINGEHA TÊKOŞÎNA CEWHERÊ’   Taşdemîr destnîşan kir ku têkoşîna jinê ya ku li Tirkiyeyê tê meşandin, di qada civakî de aliyê wê yê şênber heye, bi têkoşînê re jinê cewherek ava kiriye û wiha axivî: "Demek dirêj e li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna ku em didin, tiştên şênber derxistin holê. Mînak temsîlyeta wek hev. Mînak pergala hevserokatiyê. Destpêkê li dijî van êrîş pêk hat. Ev ne tenê temsîleyeteke ji rêzê ye. Hevserokatî di civakê de bi xwe re guhertin anî. Kodên hezaran salan ên li Kurdistanê hatine avakirin, zayend perestî, hişmendiya mêr, avahiyên feodalî û hemû rastiyên civakê û mekanîzmayên wê, bi têkoşîna jinê hatin derbaskirin."   ‘AKP'Î MÊRANTIYÊ PÎROZ DIKIN’    Taşdemîr diyar kir ku AKP û alîgirên wê tu carî ji wekheviya jin û mêrê bawer nekirin, axaftinên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ên dem bi dem kirî wekî mînak nîşanda û ev tişt got: "Serokomar di vê der barê de nêrînê xwe zêdetir tîne ziman. Ji cil û bergên jinê, tercîha wane jiyanê, aboriya civakî û çanda di nava jiyanê de dem bi dem di vê der barê de nirxandinên xwe dike. Dîsa zimanê mêr ê meclisê. Gelek AKP'î û berdevkên AKP'ê dema derdikevin ser kursî, li dijî cil û bergên jinê zimanekî zayend perest dixebitînin û mêrantiyê pîroz dikin."   Taşdemîr got ku "Pêşengên têkoşîna jinê di girtîgehê de ne" û piştrast kir ku di bin hin navan de jinên di qada civakî de têkoşînê didin bi şeklekî davêjin girtîgehê. Taşdemîr aşkera kir ku Serokomar Erdogan her dem banga welidandina zarokan li jinan dike û wiha pê de çû: "Her dem divên ku me ji vê re îxanet kir, ji wêre îxanet kir; lê rojekê navêjin me ji jinê re îxanet kir." Taşdemîr anî ziman ku axaftinên desthilatdariyê ji mêr re qad vekir û da zanîn ku qet mêrê ku jin wan li kuçeyê nas nakin, zimandirêjiya cil û bergê wan dike.   ‘PARADÎGMAYA HDP'Ê YA JINÊ AKP'Ê DITIRSÎNE’   Taşdemîr êrîşên li dijî jinên di HDP'ê de siyasetê dikin jî nirxand, da zanîn ku paradîgmaya jinê ya HDP'ê desthilatdariyê ditirsîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em vê yekê tenê di gotinê de navêjin. Aliyê vê yê şênber heye. Mînak wekîltiya 5 hevalên me hat xistin. Ji vana 4 jin in. Ji ber wê hevalên me yên jin hedef tên nîşandan." Taşdemîr derbirî ku ruxmê hemû êrîşan jî jinan qad neterikandine, li girtîgeh, dadgeh û hemû qadan têkoşîna jinan berdewam dike.