Jinên hatin îxracatkirin: Em di 25’ê Mijdarê de bibin yek 2017-11-18 09:19:56 ÎZMÎR - Jinên kedkarên çemawerî yên ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku desthilatdarî dixwaze kedkaran bi birçîbûnê terbiye bike û wan têkoşînê dûr bixwe. Jinan bang kirin ku di 25’ê Mijdarê de bibin yek deng.  Li Îzmîr pîştî hewldana darbeya di 15’ê Tîrmehê de, bi biryara KHK’ê 28 jin ji kar hatin avêtin. Jin, bi hilberînên keda destên xwe derbara jiyana xwe dikin. Jinên ji kar hatin avêtin, bang li jinan kirin ku di  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinên Navneteweyî û Piştevaniyê de dengê xwe bilind bikin.   ‘EM BIBIN YEK DENG’    Jina bi navê Îlknur Alçelîk Akîkol a 20 mamoste bû, diyar kir ku di nîvê şevekê de bê belesebeb ji kar hat avêtin û wiha axivî: “Em li hemberî desthilatdariyê serî netewand. Desthilatdarî ji bo jin û kedkarên çemawerî bike kole evqas êrîş dike. Di nava salê de ez li gelek cihan xebitîm û min debara mala xwe kir. Bêyî ku karê xwe yê sendîkayê pişt guh bikim, li koleyan ji bo em vegerin ser karê xwe me li koçeyan daxwazên xwe anîn ziman. Desthilatdarî dixwaze jin û kedkaran bi birçîbûnê terbiye bike û ji têkoşînê dûr bixe. Em ê di 25’ê Mijdarê de jî li dijî êrîş û bêmafiyên li ser kedkarên çemawerî li koçeyan bin û dengê xwe bilind bikin.   Akîkol, anî ziman ku çiqas yekitiya wan xurt be, dê ewqas karibin li ser piyan bin û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li hemû qadan dengê xwe bikin yek.”    ‘EM DEST JI MAFÊN XWE BERNADIN’   Ebru Dînçer Metîn jî, diyar kir ku pişt ew ji kar hat avêtin, bi hemû beşên cûda re ket nava şêwirmendiyê û wiha axivî: “Ji ber vê yekê ez li ser piyan mam. Li hemû qadên Tirkiyeyê em ê piştevaniyê mezin bikin, li ser hêze xwe hêzê zêdetir bikin. Li ser keda jinê, jinên ji kar nehatin avêtin, li cihên cûda yên Îzmîrê me stant vekirin. Ji kar avêtina jinan, aliyeke tundiyê ya dine. Di OHAL’ê de bêmafî zêde bûn. Em nikarin dest ji jiyan û mafê xwe berdin. Bi şîarê îsal em ê li qadan bin. Ji bo dewlet gav paşde bavêje, dawî li tundiya li ser me bê, tundiya dewleta zilam ji holê rabe, pêdiviya me bi yekitiyê heye. Ji ber vê yekê ez  ji jinan re dibêjim werin em  di 25’ê Mijdarê de bibin yek.”    'EM PIŞTEVANIYÊ AVA BIKIN’   Kedkara çemawerî Çîse Atalay a ji kar hat avêtin jî, destnîşan kir ku hebûna jinê ya li Tirkiyeyê bi pirsgirêkê û wiha axivî: “Polîtîkayên desthilatdariyê bi hişmendiya zilam êrîş dike. Lê jin li hemberî tundiyan serî natewîn in û heq ji vê yekê derdikevin. Ez bang li hemû hevalên xwe yên jin dikim ku em piştgiriyê bidin heve. Ji bo ku karibin hemû zoriyan derbs bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di 25’ê Mijdarê de kom bibin û bikevin nava piştevaniyê.”