Jinên Îzmîrî li Alsancakê dicivin 2017-11-19 13:21:17 ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmirê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navneteweyî, bi dirûşmeya "Em dest ji jiyana xwe û mafê xwe bernadin" dê li Alsancakê kom bibin.  Platforma Jinan a Îzmirê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navneteweyî, bi dirûşmeya "Em dest ji jiyana xwe û mafê xwe bernadin" li Navenda Kongreyê ya Tepekule kom bûn. Jinan di civîna bi taştê de bername û plansaziya 25'ê Mijdarê parve kirin û niqaş kirin. Li ser navê Platformê Beritan Altun û Buse Engin daxuyanî dan çapemeniyê. Altun, diyar kir ku bi îlana OHAL'ê re dixwazin jinan bêdeng bikin û jinê bê vîn bihêlin. Altun, destnîşan kir ku di zagonan de dibînin ku her tişt li djî mafê wan pêş dikeve û di qada hiqûqî de jî pêkanînên mêr yên li dijî jinan rewa dikin. Altun, destnîşan kir ku jinên parastina rewa dikin jî rastî cezayên giran tên.   Buse Engin jî anî ziman ku dê di 25'ê Mijdarê de bi dirûşmeya  "Em dest ji jiyana xwe û mafê xwe bernadin" li Alsancakê kom bibin.