Dadger di kuştinên jinan de ‘daxistinên zilamtiyê’ pêk tîne 2017-11-20 09:15:27 STENBOL - Femînîst Parêzer Dîren Cevahîr Şen, daxistinên cezayê kuştinên jinan ên dadgeriyê mîna “daxistinên zilamtiyê” nirxand û wiha got: “Daxistina cezayê li mêr tê birîn ji bo jinên xwe diparêzin derbas nabe."  Femînîst parêzer Dîren Cevahîr Şen, dibin navê “Rewşa baş” an jî “Tehrîkê” de daxistina sûc a bersûcên zilam nirxand. Şen, diyar kir ku ji bo zilamê ku di kursiyê bersûc de rûdine, dozger dikeve nava helwestên cûda û wiha axivî: “Em gelek caran bûn şahidê vê yekê. Ez vê mîna ‘daxistina zilamtiyê’ dinirxînim.”    Şen, anî ziman ku zilam bi kuştinên jina jiyana xwe ji destê wan digirin û wiha got: “Ji vê yekê re jî dibêjin ‘Kuştinên jinan.’ Di encamê de jin ji nava me diçin, bersûcên wan jî zilamin, lê dadger wan zilaman diparêzin. Heya ji wan tê cezayan dadixin. Dadgeh û heyetên dadgehê gelek caran li ber çavanên me li dijî qanûn û hiqûqê derdikevin û li gorî zilaman biryar didin. Em ne li dijî daxistinên di qanûnan dene. Jinên ku di heman rewşê dene, di çarçoveya parastina rewade jiyana xwe parastine, ji bo wan ev daxistin nakeve rojevê û ev daxistin dibin daxistinên zilamtiyê. Em vê yekê îtîraz dikin.”   'TÊKOŞÎNA JINAN DESTKEFTÎ JÎ ÇÊDIBIN’   Şen, bersiv da pirsa “Çi dibe gelo, heta jin van sûcan dikin?” û wiha domand: “Dadgeh îşkenceya li jinê hatî kirin û tiştên jiyayî ber çavan nagire. Li vê derê aliyek birastî jî jiyana xwe diparêze, lê aliyê din jî jinê qetil dike. Cudabûnek wisa divê bê kirin. Bi têkoşîna jinan biryarên xweş derdikevin holê. Bê westan û acizbûn em îtîrazên xwe tînin ziman û dê ev îtîrazên me bidomin. Ji ber ku navê vê yekê daxistina zilamtiyê ye, daxistina  kravat, çaket û taxima kincane.”     'DESTHILATDARÎ CESARETÊ DIDE ZILAMAN'   Şen, dest nîşan kir ku ew dibînin zilam ji kiryarên kirîn poşman nabin û wiha pê de  çû: “Hîna ji zilam jinan mîna ‘mal’, ‘Milk’ û ‘namûs’ dibînin. Ne tenê ji bo jinên di jiyana wan de, di heman demê de ji bo hemû jinan wiha difikirin. Ev encamê xebatên desthilatdariya siyasî ya 15 salane.”   'MEKANÎZMAYEKE PARASTINÊ TUNEYE'   Şen got ku bi rastî jî darizandin objektîf û adîlane be, dîsan dadgeh ne edaleta zilamin û wiha bilêv kir: “Dewlet û dadgeriya ku berpirsê parastina jinan, îro wan na parêzin. Ji berku mekanîzmayeke parastinê tuneye. Tedbîrên pêşî lêgirtinê nayên girtin û jin dinava koçeyan de ne ewlene. Polîtîkayên desthihatdariyê jinan mehkûmê vê jiyanê dike. Hêza herî mezin a vê biguhere jin bi xwe ne. Jin bi têkoşînê dikarin vê yekê biguherînin. Jin li koçeyan bi hevre dikarin bi hêz bibin. Ji xwe ya em dibînin her roja derbas dibe têkoşîna jinê mezintir dibe û divê hîn zêdetir mezin bibe.”