Karmenda hat îhrackirin niha findan difiroşe 2017-11-23 09:19:28 ÎZMÎR - Yekem jina muhafazakar Sîbel Çelîk, piştî ji kar hat avêtin bi 2 hevalên xwe re dezgeha guhêzbar danîn û findên bi behn difiroşin. Çelîk, diyar kir ku jinên ji kar hatin avêtin dê di 25’ê Mijdarê de jî serê xwe netewîn in. Sîbel Çelîk jina yekem a karmenda muhafizekar a Tirkiyeyê ku di Midûryeta Karsazî ya Daristana Akhîsar a Manîsayê de dixebitî û bi biyara KHK’ê ji kar hat avêtin, bi du hevalên xwer re dezgeha  guhêzbar danîn û findênn bi bêhn difiroşin. Endama Sendîkayên Xebatkarên Dibîstan û Çandiniyê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Çelîk, ji bo debara xwe bike heya demekê penîr firotiye û paqijiya malan kiriye. Çelîk, diyar kir ku bi 2 xwendekarên jin re têkoşînek hevpar didin û wiha behsa jiyana xwe kir: “Em pareyekê zêde qezenç nakin. Lê em bi hevre têdikoşîn.”   Çelîk, anî ziman ku berî ji kar bê avêtin mufetîşê şandin Midûryeta Karsaziya Daristanê, ji wê re gotiye tu diçî gundên kurdan ên derdora Manîsayê û wiha got: “Ji min re got ‘Gelo bûyerên terorê li taxa tu lê dijî rû didin?’ Min jî ji wan re got ‘li taxa ez lê dijîm piranî Romanin, bi hevre şer din û piştre jî li hev tên.’ Dûrê ji min re gotin ‘Di dema teqîn çêbû, tu keyfxweş bûyî.’ Min ji wan re got ne ew mirovim ku bi teqînan keyfxweş bibin. Ji min pirsa tu çima stranên Mem Ararat di Facebooka xwe de parvî dikî kirn. Cardin pirsa tu kîjan televîzyonê temaşe dikî, di mala tede alên kes, sor û zer hene kirin. Ji xwe dûrê jî ez ji kar avêtim.”   ‘DÊ DAXWAZA HIKÛMETÊ DI QIRIKA WÎ DE BIMÎNE’   Çelîk, da zanîn ku findên 3-15 TL li ser dezgeha xwe ya biçûk difiroşe û wiha pê de çû: “Bi firotina findan niha bi gelek kesan re dinava piştevaniyê deme. Jin tim bi tekoşîn û wêrektiya xwe tarî ronî kirine. Tem tîkoşînek hevpar didin. Ezê di betlaneya Somestrê de ferî çêkirina findan bibim. Em ê bixwe çêbikin û bifiroşin. Dibe ku me pareyekê zêde qezenç nekin, lê ya girîng bi hevre bûna meye. Ez piştgiryê didin rêxistinbûn û yekitiya jinê. Ji ber ku heya em jin bi hevre yek bin, em ê bi hêz bibin û bi hevre bikenin.  Em ne zilamin. Em hev fam dikin. Parvekirinên me pir başini. Tiştê ku hikûmet dixwaze, dê wina çênebe. Ji xwe em li derdora xwe têkoşîna hebûna vîna jinê didin.”    ‘JINÊN JI KAR HATIN AVÊTIN SERÎ NETEWANDIN’   Çelîk, destnîşan kir ku esnfên derdor jî piştgiriyê didin wan û wiha bi dawî kir: “Jinan jî tim alîkarî dan me. Em di 25’ê Mijdarê de li koçeyan bikin û daxwazên xwe bînin ziman. Jinan ji kar hatin avêtin dê bi tevlîbûna xwe bidin diyar kirin ku wan tu carî serî netewand.”