KADUM: Di 5 salan de hezar û 285 jin hatin kuştin 2017-11-24 15:02:54 AMED - KADUM, diyar kir di 5 salên dawî de hezar û 285 jin hatin kuştin û wiha got: “Di dosyayên tundî û komkujiyên li dijî jinan de, dadgehan daxwazên wan bi hincetên ‘Îhtîmala ku raste rast di sûc de zirar neditiye heye’ red kirin.   Navenda Pratîk û Piştevaniya Mafê Jinan a Baroya Amedê (KADUM) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinên Navneteweyî li avahiya baroya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Navenda Mafên Jinan a Baroyê beşdarî civînê bûn. Jinan kartên çîrokên 50’î jinên hatin kuştin, ku evdibeje bi pîskê xwe ve kirin.  Daxuyaniya bi kurdî Rêvebera Baroya Amedê Nuşîn Uysal û ya Tirkî jî Rêvebera KADUM’ê Zeynep İşik xwend.    ‘QANÛN Û HEVPEYMAN BI CIH NAYÎNIN’   Rêvebera KADUM’ê Zeynep Işik, dîrokçeya 25’ê Mijdarê vegot û wiha axivî: “Îro roja çalakiya li dijî newekhevî, cûdakarî, tundiya nava malbatên civaka desthilatdar, şer, nijatperest û pergelên mafê jinê tune di hesîbînin.  Li Tirkiyeyê qanûn û hevpeymanên têkildarî mafê jinan bi cih nayê anîn. Pirgirêka tundiya li ser jinên mîna pirsgirêka asayîşê tê destgirtin. Ji  ber vê yekê pirsgirêk nayên çareser kirin.”   DI 5 SALAN DE HEZAR Û 285 JIN HATIN KUŞTIN    Işik, anî ziman ku li gorî danayên lêgerînvanên civakî, di 10 mehên sala 2017’an de zilaman 240 jin û zarokên keç kuşt, êrîşî 77 jinan kirin, îstîsmarê 286 zarokên keç kirin û 338 jin derp kirin. Işik, danayên 5 salan wiha rêzi kir: “Di sala 2012’an de 141, 2013’an de 287, 2014’an de 292, 2016’ân de 278 jin û di 10 mehên destpêkê yên 2017’an jî 287 jin hatin kuştin.”    ‘DI OHAL’Ê DE MAFÊN JINAN JI WAN HATIN GIRTIN’   Işik, da zanîn ku bi îlankirina OHAL’ê û tayîn kirina qeyûman re qadên jinan ji wan hatin girtin û mafên wan deste ser kirin.     ‘DOSYAYA HATIN REDKIRIN’   Işik, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wekî KADUM’ê me xwest em beşdarî dosyayên tundî û komkujiyên jinan bibin, lê dadgehan ev daxwazên me bi hincetên ‘Îhtîmala ku raste rast di sûc de zirar neditiye heye’ red kirin. Lê li gel hemû astengiyan em ê têkoşîna hiqûqê ya li dijî tundiyê bidomîn in.”