Yuksekdag: Yên cengê dikin û em hene 2017-11-25 14:48:16 WAN – Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji mitînga Wanê re peyam şand û got: “Li her koşe û navendê li dijî dijminên jinan û desthilatdarên zalim, bi hişmendiya xwişk û yên bi çalakiyê dimeşin, yên cengê dikin yên bi serketî hene. Em hene.”  Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag peyam şand ji mitînga bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li Wanê hat lidarxistin. Yuksekdag hemû jinên li dijî zilm û zextan li ber xwe didin silav kir.    'JI NAV ÇAR DÎWARÊN TUNDIYÊ’    Yuksekdag di peyama xwe de wiha got: “Ez vê nameyê ji mekanek ku bi her awayî di bin tundî û ewelehiya dewletê de dişînim. Girtîgeh navendên îşkenceya li dijî jinan û civakê ye. Yên me hevs kirin û bi vê riyê tundiyê ferz dike tenê bi vê yekê sînor namînin. Îro li her qadê jiyanê li jinan veguherandine girtîgehê. Dewlet ji ber polîtîkayên xwe tunekirinê polîtîkaya şer û tundiyê li ser jinan û civakê ferz dike.    ‘EM HENE’    Li her koşe û navendê li dijî dijminên jinan û desthilatdarên zalim, bi hişmendiya xwişk û yên bi çalakiyê dimeşin, yên cengê dikin yên bi serketî hene. Em hene. Hemû êrîşkar bi destê desthilatdariya AKP û qesrê tundiyê li ser jinê didin meşandin. Wê hêrsa jinan vê tundî û hemû êrîşan têk bibe. Ez carek din hemû jinên li qada li dijî tundiyê li ber xwe dide silav dikim.”  Mitîng bi axaftin û strîna stranan berdewam dike.