Yonca ya ku tacîzkarê xwe kuşt ceza kirin 2017-09-26 16:04:43   NAVENDA NÛÇEYAN - 10 sal cezayê girtîgehê li Yonca Ozer a ku Abdullah Okan ê gef û tacîz li wê û malbata wê xar kuşt, hat birîn.    Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, Abdullah Okan nêzî 4 salan gef û tacîz li Yonca Ozer û malbat wê xar. Abdullah Okan di hevdîtina dawî de tecawizê Yonca Ozer bike û got dê dimenê wê jî di Înternetê de bişewîne. Li ser vê yekê Ozer mafê xwe parastinê bikar anî û Abdullah Okan kuşt. Ji bo Yonca Ozer a 27 salî  “Ji ber tehrîkirina bêcih û war” 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn.     Dadgehê biryar da ku mafê xwe parastinê bikar ne aniye. Ozer, li Girtîgeha Tîpa T a Riya dimîne.