Bila jin hêstên xwe bê tirs binivîsin 2017-09-27 09:43:45 STENBOL - Malpera Mor Battaniye ku di warê diyarkirina rojeva jinê de xwedî gotin e, piştî demekê navber da weşana xwe dîsa dest bi weşanê kir. Edîtora malperê Dîlan Şafak Ozdemîr got ku "Bila jin bê tirs binvîsin." Jin bi dirûşma "Dê kî çi bêje?" ketin rê û bi rêya malpera Mor Battaniye rojeva xwe bi xwe diyar dikin, hêst û remanên xwe yên der barê jinê de tînin ziman. Malperê piştî 3 mehan navber da weşana xwe, careke din dest bi weşanê kir. Malpera blog a ku navê xwe ji betaniya li mala du hevalên hev girtiye û di binê wê betaniya mor de gelek tiştên ku parvekirine, rêya xwe bi malperekî dewam dikin. Di malperê de çîrok, nîqaş, wêne, kurtefîlm û ji bîranînan bigire, gelek tişt cih digirin. Edîtorên di rêvebirinê de cih digirin, jin û kesayetiyên LGBTÎ jî tev li xebatên wan dibin û bi hev re diafirînin. Edîtora malperê Dilan Şafak Ozdemîr der barê armanca malperê de agahî da.   'ARMANCA ME JINAN BIGIHÎNIN HEV'   Ozdemîr da zanîn ku rojekê dema ew li malê bûne, fikra divê jin qadên xwe yên hevpar ava bikin û fikrên xwe bînin ziman, li ser vê navê malperê ji betaniya mor a ji malê hatiye girtin û wiha axivî: "Betaniya meya mor demek şûn de bû sîwana jinan û jinên ku dihatin malê bi nîqaş û gotinan jiyan parve kirin. Ez zivistanê jî her dem di bin de difikirim. Armanca me ew e em jinan bigihînin hev."    CIH DIDIN AFIRANDINÊN JINÊ   Ozdemîr destnîşan kir ku her tiştên ji destê jinê derdikeve, ew di malperê de cih didinê û wih got: "Nivîsên der barê pirsgirêkên jinan, kêfxweşî, polîtîkayê û hwd. di malperê de tên weşandin. Jinên di her temenî û her pîşeyî de piştgiriyê didin malperê. Kesên di binê Battaniya Mor de bi fîzîkî cih negirtiye jî êdî piştgirî dida malpera me. Ev gelek tiştek xweş e. Dema jinek we teqîp dike, baweriya we xurt dibe."   'AMÛRA RAGIHANDINÊ YA JINÊ’   Ozdemîr bal kişand ser astengî û êrîşên li dijî malperan jî û aşkera kir ku ev malper tam li gorî jinan e, amûra ragihandinê ya jinê ye û wiha pê de çû: "Çîrokên gelek jinên ku me xwe negihandiye wen hene. Jinên li Tirkiyeyê tên kuştin hejmara wan êdî nayê hesabkirin. Bûyerên wekî tacîz û tecawizê diqewimin û ev rewş tê xweşkirin. Berî 15 salan jî pirsgirêka jinê hebû, lê îro hatiye rewşeke gelekî cidî. Îro hêj zêdetir hatiye bêarkirin. Ev rewş bi zelalî li holê ye."   Ozdemîr herî dawî bang li jinan kir ku bila bê tirs binvîsin û heta ji destê wan bê dê nivîs, çîrok, wêne, kurtefîlm û hemû berhemên jinê di malpera xwe de biweşînin.