'Îktîdar li ku be, li wir zext û şidet heye' 2019-10-26 09:06:28 ANTALYA - Siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên jin ku bal kişandin ser zêdebûna şideta li hemberî jinê, anîn ziman ku ji ber feraseta îktîdareke ku wekheviya jin û mêr qebûl nake, şidet rewa bûye.    Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, di 9 mehên ewil ên salê de zilaman 294 jin kuştine. Endama Navenda Piştevaniyê û Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê Dr. Hulya Toylar, destnîşan kir ku îktîdar xwedî feraseteke ku wekheviya jin û mêr qebûl nake.    Toylar, anî ziman ku ev rewş bûye sedema zêdebûna zimanê şidetê û got: "Sedema ku zilam van tiştan wekî tiştên xwezayî û tiştên divê bên kirin dibîne, ji ber gotinên kesên li ser vê dewletê ne. Şideta li hemberî jin û zarokan her diçe zêdetir dibe. Sedema vê şidetê ji ber polîtîkayên hikûmetê ye. Zilam, wekî metayekê nêzî jinê dibin û ev jî li gor polîtîkayên hikûmetê ye."    'DIVÊ PEYMANA STENBOLÊ ESAS BÊ GIRTIN'    Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê Gulser Ûztûnali Kayir jî, bilêv kir ku Peymana Stenbolê ji bo jinan pir girîng e. Kayir, got: "Ji ber gotinên hikûmetê yên dijminane û zimanê nêrza, şidet zêde dibe. Peymana Stenbolê, ji bo cihêkariya li hemberî jinan ji holê rabe heye. Em dibînin ku hikûmet naxwaze vê peymanê esas bigere. Niha hikûmeteke ku dixwaze vê peymanê ji holê rabike heye. Divê ev peyman esas bê girtin."    PIŞTEVANÎ Û BERXWEDAN   Hevberdevka Meclîsa Antalyayê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Kamîle Yilmaz, destnîşan kir ku pergala baviksalarî bi çavekî metayî li jinê dinere û ev yek dibe sedema zêdebûna şideta li hemberî jinê. Yilmaz, got: "Li kuderê îktîdar hebe, li wir zext û şidet heye."    Hevberdevka Meclîsa Jina ya HDP'a Antalyayê Selma Yavûz jî, destnîşan kir ku dema îktîdara AKP'ê de şideta li hemberî jinê hatiye rewakirin û êrîşên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne û got, divê li dijî şidetê jin bi piştevaniyî tev bigerin û li ber xwe bidin.