Jin li Rihayê wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin 2019-10-26 13:25:29   RIHA – TJA’yê li Rihayê ragihand ku ew ê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê li qadan bin.    Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Rihayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di civînê de axivî û bal kişand ser zêdebûna kuştin û tundiya jinan û got: “Di êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava de bi taybetî jin û zarok hatin kuştin. Mafên mirovan hat binpêkirin. Em ê li dijî kuştin û binpêkirina mafan li her qadê li ser pêya bin.”    ‘EM Ê LI QADAN BIN’    Aktîvîsta TJA’yê Emîne Çetîner jî daxuyanî da û da zanîn ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya zilam-dewlet bi dirûşma “Em dixwazin bijîn” li malê, li dibistanê, li kargehê, li meydanan û li her qadên jiyanê dê mil bidin milê hev û biqîrîn. Çetîner got di 9 mehên salê de nêzî 300 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Çetîner kuştina Hevrîn Xelef a Sekretera Partiya Pêşeroja Sûriyê, Nadîra Kadîrova, Emîne Bulut û gelek jinên din bi bîr xist û got: “Em ê wek jinan nebin şirîkê van sûcan. Em ê hesab ji dijmin û qatilên jin û zarokan bixwazin.”