Meclîsa Jinan li Êlihê ji bo çalakiya 25'ê Mijdarê jin dawetî qadan kir 2019-10-27 16:21:08   ÊLIH - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê, tekildarî çalakiyên der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Êlihê, tekildarî çalakiyên der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan. Meclisa Jinan, li Navçeya Navendî ya DBP'ê ya Êlihê daxuyanî da. Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) , Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Gulcemal Erdînç, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca amade bû. Jinan li salonê pankarta "Em li dijî tundiya mêr û dewletê di îsyanê de ne" vekirin. Aktîvîsta TJA Ezel Aydin, diyar kir ku dê di 25'ê mijdarê de li mal, li kar û li qadan jin mil bidin hev û têbikoşin. Aydin, anî ziman ku jin li her qadê jiyanê rastî tundiyê tên û keda wan tê xwarin û wiha got: "Şerê li dijî şoreşa jinê ya Rojava pêş dikeve, bi xwe re komkujî û xizaniyê pêş dixe. Li aliyê din bi destê Qeyûm vîna me tê xezpkirin. Em li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam dikin. Di 9 mehên ewil ên salê de 300 jin hatin kuştin. Emine Bulut ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Dosya wê ji aliyê darazê ve bilez û bez hat girtin. Em van biryarên bi destê daraza mêr qebûl nakin."   Aydin, anî ziman ku qeyûmên tayînî şaredariyê wan kir qebûl nakin û bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li qadan bin.