Xebitîn û kooperatîf ava kirin 2019-10-31 09:07:59 RIHA – Li Pirsûsê 7 jinên ku berê ji bo karên demsalî diçûn bajarên cuda, ji bo li axa xwe hilberînin û qezenc bikin Kooperatîfa Hilberandinê ya Kîbeleyê ava kirin.  Li Pirsûs a Rihayê, 7 jinan Kooperatîfa Hilberandinê ya Kîbeleyê ava kirin. Heta niha jinan îsotên hişk, ava îsotan û gelek tiştên din çê kirine. Jinên heta par jî ji bo karên demsalî diçûn bajarên cuda, niha li warê xwe bûne kardêr. Seroka kooperatîfê Necla Kaplan (30), got: "Heger jin karibe xwe xelas bike wê malbat jî xelas bibe. Heger malbat xelas bibe wê civak jî xelas bibe. Em bi vê bîrbiriyê tev geriyan."   Kaplan, destnîşan kir ku li Pirsûsê civak li dijî şoxilandina jinê ye û got, li Pirsûsê jin di warê aboriyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.Kaplan, diyar kir ku êvarekê wê û hevalên xwe sohbet dikir û fikra avakirina kooperatîfê di wê sohbetê de derket holê û got: "Em berên herêmî yên aîdî herêma me çê hildiberînin. Em hemûyan bi rê û rêbazên xwezayî hildiberînin. Pêşî me ecûr hişk kirin. Paşê me xirtik, bacanên reş û bamye. Niha jî em rîçala îsotan û îsota hişk çê dikin. Em naxwazin hejmara me bi 7 jinan bê sînordarkirin. Em dixwazin jinên pirsûsî daxilî aboriyê bikin. Heger her kes li cihê xwe tiştina hilberîne wê rewşa civakê baştir bibe. Gava me ewilî dest pê kir ev der ne cihekî ku mirov lê kar bike. Me bi destê xwe ev der ji nû ve çê kir. Ewilî di warê aborî de em tengijîn. Lê belê gava me hêza xwe kir yek ev pirsgirêk jî neman."    ‘EM Ê FERASETA MÊRÎ BIRÛXÎNIN'    Kaplan, da zanîn ku ew ê di pêşerojê de zebze jî biçînin. Kaplan, destnîşan kir ku ew ê li Pirsûsê û herêmê feraseta mêr hilweşînin û got: "Armanca me hilweşandina vê ferasetê ye. Gava jin di warê aborî de azad be, xwebaweriya wê çê dibe. Armanca me ew e ku jin daxilî aboriyê û civakê bibin. Destpêkê me jî zehmetî kişand. Lê belê gava em gav navêjin wê mêr azadiya me bin pê dikin. Divê jin gavina bavêje ku azad bibe. Me jî bi avakirina kooperatîfê ev gav avêt. Înşele em ê bi ser bikevin. Em dixwazin ji bo jinên din jî bibin mînak. Berê em hemû navmalî bûn. Lê niha em kardêr in. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Bi kooperatîfê em aram dibin. Carinan em heya derengê şevê jî dixebitin, lê qet nawestin. Çimkî ji bo vî karî me tenê ked nedayê, me dil jî daye vî karî. Ev der mala me ya duyemîn e. Niha em 7 jin in. Em dixwazin di pêşerojê de ev hejmar bibe 170. Wê zilamên pirsûsê di vê kooperatîfê de hêza jinê bibînin."    ‘DERIYÊ KOOPERATÎFÊ JI BO HEMÛ JINAN VEKIRIYE'    Endama kooperatîfê Emîne Yavûzel (41), diyar kir ku ew dixwazin jinên din jî di warê aboriyê de azad bibin. Yavûzel, destnîşan kir ku ewilî hevjînê wê nexwestiye daxilî karê kooperatîfê bibe û got: "Paşê hêdî hêdî hîn bû. Ji ber li Pirsûsê berê tiştekî wisa qet tûnebû, ewilî bertekên civakê cuda bûn. Hin cînarên me yên jin jî digotin, 'hûn ê nikaribin bikin.' Lê me guh neda wan. Li Pirsûsê feraseta 'divê jin li malê me, li zarokên xwe binere, xwarinê çê bike' heye. Ji niha ve gelek jin dibêjin 'em dixwazin daxilî nav we bibin.' Înşele em ê bi hev re bêtir bi ser bikevin. Deriyê kooperatîfê ji hemû jinan re vekiriye."    PAR KARKERA DEMSALÎ BÛ NIHA KARDÊR E    Endama kooperatîfê Aynûr Malgaz (38) jî, anî ziman ku her sal ji bo kar diçû bajarên rojavayê welêt û hem ew hem jî zarokên wê zehmetî dikişandin. Malgaz, got: "Çimkî berî dibistan bên girtin em diçûn kar. Gava dibistan vedibûn em dihatin. Zarokên me ji dibistana xwe diman. Lê niha em li axa xwe hildiberînin. Zarokên me jî bi rihetî diçin dibistanê. Êdî em di karê xwe de dixebitin. Eger kooperatîfa me tunebûna niha em li bajarekî din dixebitîn. Lê niha em li warê xwe karê xwe dikin û patronê karê xwe ne. Em dixwazin ev yek ji bo jinên din jî bibe cesaret. Niha jinek Pirsûsê bi rê ve dide. Li Rihayê tebê hevşaredara Pirsûsê jin e. Ev yek jî cesareta me zêdetir kir. Di warê manewî de destek da me."    MA / Muhammet Abdulkadir Esen