Li Qersê wargeha jinan Mor Cafe 2019-11-01 09:10:06 QERS - Li Qersê, kafeya jinan Mor Cafe balê dikişîne. Jin, cureyên rîçal û penêrên ku jinên li gund çê dikin didin ber mişteriyan, di heman demê de van beran difiroşin jî.  Şaredariya Qersê, ji bo keda jinê xuyangtir bike û ji bo jinan qadeke îstihdamê vebike li Parka Îsmaîl Aytemîz Morc Cafe vekiribû. Li vê kafeya ku 7 jin lê dixebitin, çêj û tahmên herêmî tên firotin. Xebatkarên kafeyê cureyên rîçal û penêrên ku jinên li gundan çê dikin didin ber mişteriyên xwe.    Kafe, di 24'ê tebaxê de hat vekirin û xebatkarên wê hemû jin in û li bajêr balê dikişîne.    Xebatkara Mor Cafeyê Naciye Caner, diyar kir ku ji bo debara 2 zarokên xwe bike li kar digeriya û piştî haya wê ji projeya Mor Cafe ya Şaredariya Qersê çê bûye serî lê daye û dest bi kar kiriye. Caner, destnîşan kir ku fikrê vê projeya ji bo jinan fikrê hevşaredaran bûye û got: "Em li vira rîçal û penêrên ku jin li malê çê dikin dikirin û li ber taştê didin mişteriyan. Bi vî awayî hindik be jî em destekê didin jinên li gundan. Divê hemû şaredarî projeyên bi vî rengî esas bigirin. Şaredariya Qersê bi budçeyeke sînordarkirî ev yek kiriye. Pir girîng e. Her wiha em organîzasyona gelek taştêyên şaredarî dide jî dikin."    DI TEWRA XWE YA MOR DE BI ISRAR IN    Caner, da zanîn ku ji ber kafe nû hatiye vekirin hin kêmasiyên wê hene û ji bo reng û konsepteke ku jinan temsîl bike çê bikin çi ji destê wan tê dikin. Caner, anî ziman ku ew kincên mor li xwe dikin û got, eleqeyeke zêde ji bo kafeya wan heye. Caner, got: "Em jin, ji bo pêşdaraziyên derbarê jinan de bên şikandin divê em ji cihekî dest pê bikin. Em ê li vira gav bi gav wê feraseta ku jinê hepsî malê dike bişkînin. Eger em di tewra xwe ya mor de israr bikin, wê feraseta 'qethiyen nahêlim hevjîna min bixebite' bişikê."    'DIVÊ JIN BI XWE BAWER BIKE'    Arzû Aras jî anî ziman ku 6 sal in di Şaredariya Qersê de dixebite û xwestiye di kafeyê de bixebite. Aras, bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinê û got, li Mor Cafeyê nîşan, rojên hineyan û rojên din ên taybet jî tên pîrozkirin. Aras, got: "Bi ya min gava jin bixwaze dikare her tiştî bike. Îlla ne hewceyî zilamekî ye. Ez jin im û lazmatiyên mala xwe hemûyan xwe bi xwe pêk tînim û debara malbata xwe û zaroka xwe dikim. Divê jin bi xwe bawer be û li ser piyê xwe bisekine. Em jin in, divê em ne muhtacî zilaman bin."