Jin ruh didin keviran 2019-11-02 09:08:53   QERES - Jinên tevlî qursên Şaredariya Qersê bûn, bi keviran û hevîrê seramîkê dikin pitik. Jin pitikan bi motîfên deverî çê dikin.  Jinên tevlî qursên destkariyê yên Şaredariya Qersê bûn, bi keviran pitikan çê dikin. Jin, bi keviran û hevîrê seramîkê pitikan çê dikin. Pitikan bi motîfên deverî çê dikin.  Jin, bi keviran gewde, serî û lingên pitikê çê dikin. Paşê keviran bi hevîrê seramîkê diseyînin û boyax dikin. Jin keviran bi kincên deverkî dikin pitik. Perwerdekara kursê Akaslan, behsa çêkirina pitikan kir.  Akaslan, diyar kir ku karê wan 15 rojan dewam dike û got: "Pitik bi kevirên behrê tên çêkirin. Du lingên wan, gewdeyek wan û seriyek wan heye. Pêşî em îskeletê çê dikin. Paşê em hevîrê xwe yê seramîkê amade dikin û li karaktera xwe dikin. Qederekê ji bo ziwabûnê tê sekinandin. Piştî ziwa dibe, tê boyaxkirin û nexşkirin. Herî dawî serçavê wê tê nexşkirin. Hema bêje 15 rojan dewam dike."    ELEQEYA JI BO KURSÊ    Akaslan, anî ziman ku eleqeya ji bo kursê baş e û got, 18 jinên du meh û nîvan hatin kursê niha pitikan çê dikin û bi van pitikan jî qezenc dikin. Akaslan, da zanîn ku li kursê ji xeynî çêkirina pitikan kursên enxşandina têfkan, boyaxkirina textan, şewitandina textan, sêwirandina keviran, çêkirina kilîdankan û kevaneka pirtûkan jî hene. Akaslan, got: "Eleqeya ji bo kursan pir baş bû. Bi rastî jî karekî zehmet e, lê berên pir xweşik hatin çêkirin."