Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin 2017-12-05 09:13:57 ERDEXAN - Fîdan Atmaca (70) ku bi Pitikên Demalê navê xwe li cîhanê belav kir, 35 sal in li navçeya Demal a Erdexanê vê çandê berdewam dike û ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din. Atmaca, xwest ku ji bo berdewamiya vê çandê qurs bên vekirin.   Fîdan Atmaca (70) ku bi Pitikên Demalê navê xwe li cîhanê belav kir, 35 sal in li navçeya Demal a Erdexanê vê çandê berdewam dike. Atmaca odeyeke mala xwe ji xwe re kiriye atolye û piştî karên xwe yên malê Pitikên Demalê çê dike. Atmaca, diyar kir ku herî zêde ji Stenbol, Enqere, Îzmîrê sîparîş tên dayîn û herî zêdê turîst pitikên potikî tercîh dikin. Atmaca ev tişt gotin: "Ez van pitikan bi destan çê dikim. Her sal tev li pêşangehan dibim. Di pêşangehan de eleqeyeke zêde ji bo van pitikên ku kincên gelêrî li wan dikim heye. Wê çend roj şûnde li Stenbolê pêşangehek bê lidarxistin, ez ê tev lê bibim."    ‘ME DI JIYANA ROJANE DE EV KINC LI XWE DIKIRIN'    Atmaca diyar kir ku li Damalê bi salan jinan ev kinc li xwe dikirin û wiha axivî: "3 cure kincên me yên gelêrî hene û ez vana jî li sê cure pitikan dikim. Berê me di jiyana rojane de tim ev kinc li xwe dikirin. Ji ber em niha li xwe nakin, ez wan li pitikan dikim. Bi vî awayî em çanda xwe jîndar dikin. Li Demalê hema bêje min ev pîşe hînê nêviyê jinan kir. Lê belê niha kes vî karî nake û ciwan eleqeyê nîşan nadin. Herî zêde jin û mêrên extiyar eleqeyê nîşan didin."    Atmaca, got ku kesên hîn bûne jî li malên xwe çê dikin û heta ji destê wê tê ew bi awayekî rast çêkirina wan hîn dike. Atmaca, diyar kir ku ji ber temenê xwe ew nikare kincan li pitikan bike, lê belê ji bo ciwan bi awayekî rêkûpêk kincan li wan bikin ew tev digere û wiha domand: "Ji ber nerihetiya xwe emeliyat bûm û min kinc ji xwe kirin. Çawa ku min ji xwe kirin û wisa jî êdî li wan nakim. Hewl didim bi vî awayî vê çanda me jîndar bikim."    ‘KÊLIYEKÊ JÎ VALA NASEKINIM'    Atmaca, diyar kir ku morîk û pitik tim di çenteyê wê de ne û wiha domand: "Dema li rawestgehan disekinim, morîkan ji çente derdixim û kincên pitikên xwe çê dikim. Ji ber ku hîn bûme, kêliyekê jî vala nasekinim. Li malê carinan heta sibehê dixebitim. Dixwazim li her derî qurs bên vekirin. Çimkî ev çanda me ye û naxwazim ji holê rabe. Divê mezinên me ji bo jinên ku ji qursan mezûn bibin qada îstihdamê peyda bikin. Divê jinên me jî bêyî ku muhtacî kesî bibin debara xwe bikin."    ‘MEHEKÊ XEBITÎM 6 ROJAN SÎGORTA MIN HAT RAZANDIN'    Atmaca, diyar kir ku wê di sala 1995'an de li Navenda Perwerdehiya Gel de dest bi mamostetiyê kir, lê belê tu carî sîgortaya wê bi awayekî rêk û pêk nehatiye razandin û ji ber 65 sal derbas kirine nikare li Navenda Perwerdehiyê ya Gel perwerdehiyê bide. Atmaca, got ku ew 70 salî ye, lê ji ber sîgortaya wê tije nebûye, hîn jî teqawid nebûye û wiha axivî: "Ji sala 1995'an ve min li Perwerdehiya Gel dest bi kar kir. Hin mehan tenê 6 rojan sîgortaya min hat razandin. Ji ber min 65 salên xwe tije kirine, êdî nikarim mamostetiyê bikim."    Atmaca, diyar kir ku li Demalê qursa lixwekirina pitikan nehatiye vekirin û wiha got: "Bila rayedar li Demalê qursan vebikin. Zivistana li vir dirêj e û karekî ku mirov bikin tune ye. Her roj gelek jin tên cem min û dibêjin 'Bila li Demalê qurs bên vekirin.' Heke ji destê rayedaran bê bila li gundan jî vebikin, çimkî jin dixwazin vî karî bikin. Li Erdexanê qurs heye; lê keysa mirovan a di vê zivistana dijwar de biçin Erdexanê tune ye. Heke qurs bê vekirin wê jin bên û hîn bibin û wê heqê nanê xwe derxînin."    Atmaca pitikên biçûk bi 50 lîreyî, yên navîn bi 70 lîreyî û yên mezin jî bi 100 lîreyî difiroşe û ew pitikan bi 30-40 lîreyî ji Gurcistanê distîne. Atmaca, got ku ew di du rojan de pitikekê temam dike. Atmaca diyar kir ku kinclêkirina pitikan karekî zehmet e, lê belê karekî bizewq e û di warê aborî de jî karekî baş e.    MA / Mahmut Ruvanas