Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin 2019-11-11 14:27:08   ÊLIH – Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê û aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi armanca piştevaniya bi jinên girtî re kartan şandin.    Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya ser Jinan bi armanca piştevaniyê ji jinên girtî re kartan şandin.    Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Wekîla Hevserokên HDP’a Êlihê Gulcemal Erdînç, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û gelek jin li ber Postxaneya Navendî ya Êlihê kom bûn.    Gulcemal Erdînç li vir daxuyanî da û diyar kir ku ew ê li dijî her cûre tundiyê têbikoşin û ew ê di çarçoveya vê yekê de jî piştevaniya xwe ya ji bo jinên girtî dewam bikin.    Piştî daxuyaniyê jin derbasî hundirê Postexaneyê bûn û ji jinên girtî yên li hefsên cuda ne re kartan şandin.