Taşdemîr: Têkoşîna jinan dê AKP’ê bişîne ser sergoyê dîrokê 2019-11-14 15:02:52 ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr diyar kir ku AKP ji bo destkeftiyên jinan tune bike mekanîzmayên xwe hemû xistiye dewrê û got: “Têkoşîna jinan dê îktîdara AKP’ê bişîne ser sergoyê dîrokê.”    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî rojeva jinan û geşedanên giştî li Navenda Giştî Ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.    Taşdemîr darbeya li bi desteka Amerîkayê li Bolîvyayê pêk hat bibîr xist û got: “Darbe li ser gelan encamên giran bi xwe re anî. Gelên Bolîvyayê xist bin barên giran. Porê şaredarek jina hat birîn û li kolanan gerandin. Me dît ku vê darbeya faşîst encamên çawa bi xwe re aniye. Darbeya li Bolîvyayê pêk hat wek şermê di nava dîrokê de cihê xwe girt. Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê dibêjin ku em li cem gel û jinên Bolîvyayê cih digirin.”    ‘AKP NIHA JÎ DIBÊJE WEKÎLÊN MIN ÊN KURD HENE’    Taşdemîr destnîşan kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û wiha got: “Ev rojev hêj cihek xwe yê girîng digire. Êrîşa li dijî Rojava ya dagirkeriyê ku dixwaze vîna gelan tune bike didome. Tevî agirbestê jî hewldanên dagirkirinê berdewam in. Her roj jin û zarok tên qetilkirin. Li gorî daneyên tên parvekirin 400 hezar însan ji war û malên xwe bûne. Ev polîtîkayek li dijî gelê kurd e. Polîtîkaya dijminahiyê ye. Ev êriş û dijminahî pirsgirêkan zêde dike. Hikumeta Tirkiyê bi daxuyaniyên ‘Em dijminahiya kurdan nakin, 50 wekîlên me yên kurd hene’ dixwaze ser meseleyê bigire. Berê jî ji bo ser vê yekê bigire digotin ‘cîranên min kurd hene.’ Niha AKP dibêje ‘wekîlê min ên kurd hene.’ Ji van 50 wekîlan bila wekîlek tenê li Desteya Giştî ya Meclîsê silavdayîna bi kurdî bike, wê çaxê em ê bibînin çiqas kurd e û wekîlê kurdan e.”    ‘DIXWAZIN KURDAN TUNE BIKIN’    Taşdemîr da zanîn ku armanca êrişên dewam dikin ew e ku kurdan ji ser axa wan koçber bikin û wiha domand: “Tişta ku DAIŞ’ê nedikir îro çeteyên wek DAIŞ’ê heman tiştên xerab dikin. Dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin. Dijminahiya kurdan derdixin asta herî jor. Dixwazin li Rojava gelê kurd bênasname û bêîrade bihêlin.”    ‘ŞAREDARIYÊN ME DAGIR DIKIN’    Taşdemîr bal kişand tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê û got: “Hevşaredarên me tên girtin. Meclîsa şaredariyên me têN betalkirin. Her sibe em bi dagirkirina şaredariyên xwe ji xewê şiyar dibin. Şaredariyên me bi ferasetek fetîhî tê dagirkirin. Ji girtina saziyên jinan û ciwanan bigire heta daxistina tabelayên ib kurdî berhama vê ferasete ye. Me bi belgeyan kirinên qeyûmên serdema din bi raya giştî re parve kir û me pirr vegot. Em ê li dijî vê feraseta dagirker û kedkarxwarî û dizek têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku em şaredariyên xwe hemûyan paş de bigirin. Em ê bi gelê xew re li dijî vê feraseta dizek li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin.”    ‘WÊ HDP XWE MEZINTIR BIKE’    Taşdemîr bal kişand ser binçavkirina jinên HDP’yî û wiha dewam kir: “Erişên li dijî Meclîsên me yên jin û ciwanan dewam dikin. Li Wanê 15 hevalên me, li Enqereyê 9 hevalên me, li Elkê 55 hevalên me û lig elek deverên din bidehan havalên me hatin binçavkirin. Li dijî hevalên me yên îşkence pêk tê û lêgerîna tazî li wan ferz dikin. Hevalên bi tacîz û tecawizê tên tehdîtkirin. Çapemeniya alîgir ser vê yekê digire û girtinan rewa dike. Bi nûçeyên medya alîgir hevalên me tên girtin.”    ‘ÎŞKENCEYÊ LI CIWANAN DIKIN’    Taşdemîr bi bîr xist ku endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li emniyeta Stenbolê îşkence li wan hatiye kirin û got: “Îktîdara digot min ‘îşkenceyê rakiriye’ lê di roja îroyîn de îşkenceyê didomîne. Ev jî nîşaneya faşîzma îktîdarê ye. 5 sal in ev operasyonên binçavkirin, girtin û îşkence bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Îktîdar tu encamê ji van operasyonan negirt û wê negire jî. Her ku hûn êrişî HDP’ê bikin dê HDP mezin bibe. Mafdar in ku ditirsin û bila tirsa dewam bike.”    XEBATÊN 25’Ê MIJDARÊ DIDOMIN    Taşdemîr anî ziman ku xebatên çalakî û şahiyên wan ên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya ser Jinê didomin û dê li dijî tundiya ser jinan û êrişên ser aktîvîstên wan têbikoşin.    ‘AKP DIJMINAHIYA JINAN DIKE’    Taşdemîr diyar kir ku AKP rêxistinek li dijî jinan dijminiyê dike ye û got: “Tu dertek ku AKP bi tundiya li ser jinan re têbikoşe nîne. AKP tenê li dijî me û pêkhateyên me xwe dibîne. Heke ne wisa bûya dê di van rojên dawî de ewqas jin nehatina qetilkirin. Heke wisa nebûya hêj çend roj berê dê li Bazîdê zilamê ku naylon niqûtand ser çavê hevjîna xwe milê xwe nehejanda û negeriya. Her wiha li Esenyurtê hevalek me ya jin ku karker bû şidet lê nehata kirin. Ev tişt hemû li ber çavan dibin lê AKP belavokên me û çalakiyên me asteng dike. AKP ji bo astengkirina xebatên me emniyetan hemû xistiye tevgerê. Yanî AKP ji bo ku destkeftiyên jinan tune bike mekanîzmayên xwe hemû xistiye dewrê. Xwedîgravê AKP dibêje dê bi pakêtên darazê hin sererastkirina pêk bîne lê hemû pakêtên wan tije bêhiqûqî û bêdaletiye. Li her deverê destkeftiyên jinan di bin êrişan de ne. Feraseta zayendparêz a dijminahiya sîrayetî ser saziyan hemû kiriye. Lê li gel hemû polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan û civakê û polîtîkayên şer têkoşîna xwe mezintir bikin. Têkoşîna jinan dê îktîdara AKP’ê bişîne ser sergoyê dîrokê. Em ê tevî biryarên wan qedexekirinê jî li her deverî di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”