Walîtiya Stenbolê qedeqeya li ser meşa jinan rakir 2019-11-25 13:35:26   STENBOL - Walîtiya Stenbolê duh meşa jinan a li Qada Tunela Stenbolê qedexe kiribû. Piştî hevdîtina rêxistinên jinan a bi walîtiyê re, walitiyê biryara qedexeyê rakir.    Walîtiya Stenbolê, duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku çalakiya ku jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, saet di 19.00'an de li Qada Tunela Taksîmê pêk bînin, hatiye qedexekirin. Piştî hevdîtinên jinan walîtiyê disa daxuyanî da û diyar kir ku qedexe hatiye rakirin. Jinên Stenbolî ku demek dirêj in amadekariya meşa îro saet di 19.00'an de li Qada Tunelê pêk bînin, diyar kirin ku têkoşîna jinan bi ser ket. Jin dê îro saet di 19.00'an de li Qada Tunela Beyoglu ya Stenbolê meşek girseyî li dar bixin.    Jinan li ser medya civakî daxuyanî dan û gotin: “Têkoşîn û piştevaniya jinan, bi ser ket. Di encama hevdîtinan de Qedeqeya 25'ê mijdarê hat rakirin. Ji bo 25'ê Mijdarê di Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan em bi hevre bimeşin, werin saet di 19.00’an de li Qada Tunelê em hêza xwe bikin yek. De werin."